Mîrgeha Kilîsê (1260-1847) mîrgeheke Kurd li herêma Kilîsê, Dilok, Efrîn û Heleb bû ye.
Dîrok
Gôrê Şerefname ya Şerefxan ev mîrgeh ji Menteşe, ê ku di sedsala 11’mîn de ji devera Colemêrg hatî bû ye Kilîsê ve hatî bû damezirandin. Du birayên Meteşe hebûne. ji vanan yek Şemsedîn, damezrînerê mîrgeha Şemsoyan Colemêrg , û yek jî Badînan damezrîner mîrgeha Behdînan, bû ye. Mîrê vê mîrgehê inwana Mend girtî bû ne. Bi danûstandinên rind yên ligel xanedana Eyûbiyan vê mîrên vê mîrgehê karibûne erdnîgara fermandariya xwe berebere ji Kilîs û Cûmê li alîye Helebê û Elbistanê fireh bikin. Paşê Eyûbiyan Mirên Kilîsê dikin Mîrên Mîran ên Heleb û Şamê. Piştê hilveşandina dewlata Eyûbiyan mîrên mendî serweriya Memlûkan dabiland nekin û di şerê Împeratoriya Osmanî ê hember Memlûkan de li hember Memlûkan şer dikin. Wê demê li Kilîsê mîr Şêx Îzedîn mîritiye kirî bû ye. Piştê dîlovanîya wî ev mîrgeh derbasê destê sulala Canbolatan dibe, ji ber ku kurên Şêx Îzedîn tunebûne.
Mîrên Kilîsê
- Mend (1260-1277)
- Ereb (1277-1301)
- Cemal (1301-1344)
- Ehmed (1344-1351)
- Habîb (1351-1388)
- Kazim(1388-1421)
- Şêx Îzedîn (1421-1467)
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com