Rehîmê Qazî nivîskar û akademîsyenê kurd. Di sala 1925an de li gundê Gwîgcelîyê ku bi ser Mukriyan ve ye hatiye dinê. Ji bo perwerdekirinê ji aliyê Komara Kurdistanê ve li Bakûyê tê hinartin[1] li wir li Zanîngeha Kirovê beşa dîrokê dixwîne. Di sala 1954an de teza xwe ya doktorayê ya bi navê “Tevgerên Azadiya Kurd û Qazî Mihemed” dinivîsîne. Demekê li heman zanîngehê di beşa dîrokê de mamostetiyê dike. …
Zêdetir Bixwîne