Rehîmê Qazî

Jiyana Rehîmê Qazî

Rehîmê Qazî nivîskar û akademîsyenê kurd.

Di sala 1925an de li gundê Gwîgcelîyê ku bi ser Mukriyan ve ye hatiye dinê. Ji bo perwerdekirinê ji aliyê Komara Kurdistanê ve li Bakûyê tê hinartin[1] li wir li Zanîngeha Kirovê beşa dîrokê dixwîne. Di sala 1954an de teza xwe ya doktorayê ya bi navê “Tevgerên Azadiya Kurd û Qazî Mihemed” dinivîsîne. Demekê li heman zanîngehê di beşa dîrokê de mamostetiyê dike.

Di 1946an de li rojnameya Kurdistanê ku weşana Partiya Demokrat a Kurdistanê ya wê demê bû dest bi nivîskariyê kir, çardeh salan di vê rojnameyê de nivîsên wî derçûn.[2]

Di sala 1958an de tekane romana xwe ya bi navê “Pêşmerge” dinivisîne ku ev berhem di zarê soranî de weke romana yekemîn tê pejirandin.

Rehîmê Qazî di sala 1991ê li Bakûyê diçe ser dilovaniya xwe. Gora wî li Bakûyê ye.

Malbata Wî

Rehîmê Qazî birayê Seyfî Qazîyê Wezîrê Parastinê û pismamê Qazî Mihemedê serokkomarê Komara Kurdistanê bû.

Berhemên Wî

  • Pêşmerge, 1959, Êrîvan

Çavkanî

  • Pêşmerge, Rehîmê Qazî, Weşanên Lîs, 2007, Amed

 

  •  Serwer( Serberz) Rehîmî Seyfî Qazî Le Medresey Nîzamî Bako Hawînî 1946, Bloga Wêney Komarî Kurdistan, Dema Weşanê: 22ê Nîsana 2009an
  •  A Study of European, Persian, and Arabic Loans in Standard Sorani, Jafar Hasanpoor, rp: 89,90

 

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !