HEZBANÎ

Xanedana Hezbaniyan

HecbanîHecebanîHacvanî an Hezbanî (906-1080), xanedana kurdan a dîrokî ye. Hukumdariya Hezbaniyan li herêma Hewlêr, Mûsil, Ûrmiye, Rewandizê çêbûye.

Dîrok

Koka vê êlê ji aliyê Mûsilê, ji herêma Bahdînan bû ye, û gorê Ensîklopediya Îslamê ev êl di sedsala 11’mîn de li herêma Şino, li Rojhilata Kurdistan a îro jî dima. Sedema vê ciguhirînê dubendiyek bi hikûmdarê Hemdaniyan Evdilê bîn Hemdan rê di sedsala 10’mîn de bûye. Şaxekeke Hecbaniyan ji Şîno koçberiyê Qefkasiyayê bû ye. Sê dewletê Kurdan a Rewendî, Şedadî û paşê jî Eyûbî, çimkî Eyûbî digijiyan Şedadiyan, bi eslê xwe Hezbanî bûn e. Tê zanîn ku Rewendî ên pêşiyên Şedadiyan, çi qas navê wan Erebî be jî, ezbeteke Hecbaniyan bûn. Her wiha malbata Eyûbiyan xwedî du nisbeyên (pêşnav) El-Hecbanî an jî Er-Reve(n)dî bû ye.

Hûkûmdarên Xanedaniyê

  • Muhammad lawê Bilal 906-943
  • Jafar lawê Shakkoya around 943 – 977, Selmas, Mûsil
  • Mir Abu Hija Musk lawê Chako 977 – 1040
  • Abu Hidja lawê Rabib al Dawla c. 1040 Ûrmiye,
  • Mir Sharraf al-Din Isa lawê Musk c. 1045
  • Mir Salar lawê Musa c. 1046
  • Mir Abul Hasan Ali lawê Musk c. 1046–48
  • Mir Abu Ali al al-Hasan lawê Musk 1048–63
  • Mir Abu Hija II, Husain lawê Abi Ali Al-Hasan 1063-1080.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !