Yekemîn pûlê postayê yê kurdî berî nêzîkî 100 salan ji aliyê Hikûmeta Kurdistana Başûr (Hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî) ve di meha çiriya pêşîn a sala 1923’an de hatiye derxistin û di warê muemeleyên nava dewletê de wek pûlê malî hatiye bikaranîn.
Li gor agahiyên Tariq Cambaz ku di rojnameya el-Îttihad de belav kirî sê babet pûl li ser kaxizên rengîn derketine.
Buhayên pûlan
- Buhayê pûl ê bi rengê kesk 8 ane nîv rûpî (yanî 32 qûruş).
- Buhayê pûl ê bi rengê şîn 1 rûpî.
- Buhayê pûl ê bi rengê mor qîmeta wî 3 rûpî.
Li ser pûl “Hikumetî Kurdistan Cenûbî” hatiye nivisandin û di ortê de wêneyê du xencerên çapraz heye û di binî de jî “ane” hatiye nivisandin.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com