Baruch Spinoza

Baruch Spinoza Kî Ye

 (24ê çiriya paşîn a 1632ê Amsterdam – 21ê Reşemeh 1677ê Lahey)

Feylesofekî holandî yê ko bi eslê xwe cihuyê sefardî bû. Ev nav mezinên cihûyan li wî kiribû. Lê Amesterdamiyan jê ra digot Benedictus de Spinoza an Bento d’Espiñoza. Bi René Descartes û Gottfried Leibniz ra ji rasyonalîstên herî mezin ên sedsala 17ê ye.

Ew ji ber pirtûka xwe ya herî grîng Ethica yê wekî yek ji mezintirîn sincbaweran dihêt niyasîn. Ew bi pîşeya xwe berçaviksaz bû û nîskok (lênz) çêdikirin. Nivîsînên wî nîşa didin ko wî şehrezayîyeka mezin di warê matêmatîkê da hebûye.

Bandora wî ya mezin li paş mirina wî, dema pirtûka wî Opera Posthuma belavbûy, eşkira bû. Ew wekî rêxweşkerekê ruhnhizriyê anko enlightmentê li sedsala 18ê û wekî rexnegirê nûdem yê Tewratê dihat nasîn.

 Di 6 saliya xwe da malbata xwe winda kir û li Amsterdamê li dibistaneka Cihûyan hat qeydkirin.Ji ber ramanên wî yên dijî dînî, di navbera wî û xwîndinkarên dî û berpirsiyarên dibistanê da arîşe derkevtin û li sala 1656ê ji dibistanê hat derkirin.

Li sala 1656ê ji ber bawerî ya bi hindê ko Xudê mêkanîsma hebûnê ye û çi kesayîyeka diyarkirî wekî ko dihêt fêmkirin nîne û Tewrat pirtûkek e bi zimanekê mecazî hatîye nivîsîn, ji civaka dînî ya cihûyan hat derêxistin.

Spinoza demekê li vê dibistanê ma û latînî û yewnanî ya xwe pêşve bir.

Spinoza ji dibistanê veqetya û di atolyekê da xebitî. Piştî atolyê, li gundekî biçûk akincî dibit û het du sê salên dawî ya jiyana xwe xebatên xwe li vî gundî meşandin.

Spînoza li Laheyê mir.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !