Bajarê Kerkûkê serbajarê parêzgeha Kerkukê ye. Di çaxa deshilatdariya Sedam ew bajar ket ber Helmeta Te’rîb kirin (erebandin) û kurdên wê hatin derkirin u ereban ji bajarên din ve re hatin nîştecêkirin. Kerkûk mezintirîn bîrên petrola Kurdistanê li xo girtiye, mîna Babagurgur.
Li gorî destûra bingehîn a Hikûmeta Kurdistanê wek paytexta herêmê tê qebûlkirin.
Piştî jinavbirin û rûxandina rejîma Sedam Huseyîn di sala 2003an de, kurd û ereban li hev kirin ku meseleya Kerkûkê û wan deverên din ku li derveyî desthilatdariya kurdî ne weke Şingal, Xaneqîn, Mexmûr û hîn deverên din lê ji aliyê tevgera kurdî weke beşek ji Kurdistanê tên hesibandin, bi riyeke qanûnî werin çareserkirin. Ji bo vê yekê hin made di destûra Îraqê hatin bicihkirin.
Destpêkê madeya 58an ya destûra Îraqê çareserkirina pirsgirêka wan deveran destnîşan dikir, paşê ev made bû madeya 140ê ya destûra Îraqê. Li angora madeya 140 jî ew meseleya wan deverên arêşedar û ji wan jî bajêrê Kerkûkê bi sê qonaxan tê çareserkirin.
Di qonaxa yekem de divê kurdên awarebûyî vegerin cihên xwe yên berê û bihên qerebokirin û erebên ku ji cihên xwe hatine derxistin li cihên xwe yên berê vegerin û ew jî bihên qerebokirin. Di qonaxa duyem de divê serhejmarî bihê encamdan û di qonaxa sêyem jî de gerek referandum bihê sazkirin, da ku bihê naskirin ka dê çarenivîsa evan deveran çi be.
Ev prosesa han li gor made divîyabû di dawiya sala 2007a de bi dawî bihata, lê ji ber hinek pirsgirêkan (bi fermî pirsgirêkên teknîkî, lê di rastiyê de pirsgirêkên siyasî, yanî lihevnekirina kurd û ereban) bo şeş mehan hate paşvexistin û pîştî şeş mehan dîsa nehat bicihkirin û dîsa hate paşvexistin.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com