ÇETÎN LODÎ

BÊWEXT

ÇETÎN LODÎ

Dema sibê rabu dest rûyê xwe şûşt  taştê amede bu, ew û dapîr û bapîrî xwe û birayê ê ji xwe mestir  rûniştin  bismîlah nanê xwe xwarin.

Lê dapîr li ber xwarinê de digiriya got : ji warisê sê me ev herdu mabun kalo we ew jî diçin çavên min birijin û ez nemînim, kalo got : wehew bese lê bila taşta xwe bixwun  dilekî rehet .

Piştî taştê sêrê xwe şûştin her du bira  kinçên nû li ser laşê xwe de berdan  ên din jî  çentê xwe ê dibistanê pênûs û lênûsk û pirtûk jê derxistin xistin torbekekî reş kinçên xwe tê de dewisandin bi zorê devê çentên wan devê wê gihandin hev,şibakê de li mala havalên xwe meyzand suud ew havalên wî ê ku dibistanê kêleka hev bun ji birayê wî pêştir dihat bîra wî  lê hinek berî wî dabun rê yekî dûr  dilê wî rehet nebu çû serê xanî li her derî meyzand û hembêz kir çavên xwe,  weke ku cara talî ye, ew keçika jê hez dikir req çavên xwe  li ser berbanga wan meyzand wek bênderekî mezin bu

Dît ku waye çavên we li ser ên wî sekinî   destê xwe rakir alê serxetê ve kir û yên din çavên xwe paqij kir

Hedî hew karê xwe daket xwarê çû li ber wî riknê malê têra xwe girî ,

Destekî li pişta wî ket  got : berxikê min ma destê min jî ji we dibe  dapîra te qurbana te bive.

Lê dapîr nizanîbu ne li ser wê digrî  li ber singa xwe ve şidant  ji ber law û neviyên xwe teva ve

Papîr got : ya illah ya xwedê, çû çentên xwe dan pişta xwe seyare   tûtika wê hat

Papîr got : derenge  haydê berxikên mino

Dapîrê her du neviyên xwe weke (qopê ) ji wan nedibu

Bapîr hers got : we camêr li benda me ye ji bo xwedê !

Bi girikî hev qot bun piştî li seyarê suwar bun hêdî ne li pêşiya seyarê li gund meyzandin herdu neviyan

Lê çiqas Seyare dûr diket ew jî ji xwewnu xweyalê xwe dûr diket, hedî hew dihat bîra wî  dema  mamostê wî nava polê de yêk û yêk û ji wan pirsî ,dema sire hat ser wî devê xwe bir li ber guhê mamostê got : ez dixwazim  bivim parêzer  ,

Mamostê henikî ve got: tev lu vê şermukirina xwe ve  bê suud.

Hedî gund xweya ne dikir ,berê xwe dan pêşiya seyarê çavên her du bira li hev ket çavên wan sor bibun wek lîlozê  çûreyekî gula ye, taybetî çiya de şîn dibin

Piştî seetek şûnde gihîştin gundekî din li ser rê Xortek sekinî bu ,kalo hîn ji dûr ve şifêr re got : li ba wî xortê he bisekine û sekinî ,perê şifêr dayê berê seyara xwe dagerand ciyê ku hatî dîsa wir ve çû destê xwe rakir .

Xort fermo kalo rêwiyên me evin .

Kalo got : belê .

Xort pêşiyê da rê hersê mirovên din li peyde

Suud hew êdare kir û pirsî ev kî ye?

Kalo ev simsare  ê ku we derbas bike wî alî.

Çûn mala simsar qedrê xwe girt piştî nîv seetî  şunde

Zingilê  telefona simsar lê xist û got : ya illah  seyara wî a kevin devê derî bu, te digot ji xwe teqes ev naşixwulê

Deriyê seyara xwe vekir û got  : em zû bikin hîn derwiye nehatî .

Kalo li ber deriyê seyarê hinek dolar danê  û got : pêşî xwedê du re êmanetê te ne ev her du sebî,

Her du neviyên  xwe  hembêz û destên wan hembêz kir

Gewriya xwe datqurtant û got : silava li dê û bav û ehlên me bikin  qurbana we me ha  suudê bê suudê min.

Dema li seyarê suwar kirin û şixuland te digot  ê erthej çêbe  ewqas direcifî  seyare   û rê ketin

Kalo banga şerîf da bê wext, wek bilalê Hebeş direilî dengê welatê wî allah û wekber .

Dema dûr ketin birayê mezin xwe ser heve da got : ê kalê min çibike wir ?

Simsar got: mala xizmekî we  ê li wir be vegerê de ezê wî deynim malê.

Li ber garisan  sekinîn seyare  li ber rêya teketurê de anî li nav garisade  sekind  û got peya bibin û rahejîn çentên xwe xwedê alîkarê me be simsar wusa got : lê ji bin axaftina min derneyên hata ku hûn derbas bun timam .

Herdu bira yêk devî  gotin. Temam ezbenî simsar got: hadê zû em bibezin  û bezîn li nav garisade. Piştî pir westiyan

Simsar got : pênç deqîqê  betlane

Simsar got : ya illeh ya xwedê û disê caran  wusa hatin ku hata li ber têla nava genim de

Simsar got : edî a min hata vir bu hûn vê têla ku çiryayî  ji hev xwe   navê re derbas bivin ji xwe ve gund  û we hatine pêşiya we gora papîrê we gotî, ciyê seyara. Ji xwe we xwiya dike  xeraca gund  oxirbe  .

Her du bira spasiyên xwe  kirin û derbas bun hîn kes li wan nehesiyayî   we  xizmên wan hatibun  pêşiya wan seyarekî din suwar bun lê têmgehîştî bu ku êdî ne diyare  ji ku welatî bin .

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !