Rêber Hebûn
Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar e û dibe asteng pêş zanyaran ta negihin hebûneke ji wêranî vala, û tundirewî ji navdariya pîrozbûnê hatiye, û hêzên xwedî berjewendî di civakên devgirtî de wêna belav dikin , û hêzên serdest sûdê ji vê digrin bi rêya siyaseta afirandina alozoyên bidûhevdû , û belavkirina tundirewiyê bi rengekî kirdeyî xizmeta berjewendiyên diravî û malgirtina sermedarî dike,û derfeta qezenc û kedxwariyê zêde dike, ligel bicîkirina ne aramî û zorenga comî an partîtî an netewî ,û ev yeka berdewam rê vedike ji mîrên cengê û dewlemendên wê re bi rêya mijolkirina gelên paşdemayî bi awayekî siyasî û herwisa dûrxistina wan ji rêxistina civakî ji bo afirandina kortên kûr û berdewam, û wisa jêre hêsan dibe pêvajoyên malgirtin û sepandina raspêrîkirin û destwerdana biyanî, û ev tişta zelal dike dewlemendiya deveran bi hatinên aborî, û ev yeka nîşan dide li ser pêwîstiya dewletên serdest ji desteserkirina van hatinan bi rêya danîna neqşeya parçekirin, hûrhûrkirin û bicîkirina girtinheviyên ragehî netewî li van deveran de, û nimûneya tundirewiyê dikeve endîzên sazî û partiyên yên ku nirxên sitmekarî, dûrkirin û gendeliyê diparêzin, û jinavbirina hemî zanyaran yên şerê partîbûna pûç dikin û herwiha şerî nediyarbûna sîstema rastîn a ew bi xwe rewanê heyînê ye.
Berhinde zanyar dibînin ji damezrandina komên giştî gelek partî, şepêl û komeleyan li xwe digere mîna çareyeke misoger ji bo rizgarkirinê ji bêcaniya hişmendiya gelemper û navendiya bedenketî a dûrkar ji vîna zanyaran yên gera li rastiya cûrbicûrî û hevgirtin û kar li gorî rêbazeke rastîn dikin, û bi rêya danîna binema hevjiyana aştiyane ji bo berhemanîna bijardeyên zanyarî û rawestandina cengan yên bibûn nîşanên babidestiyê, û gewirîna afirandinê bi heza çavkurî û têdeçûna li pey aloziyan , ev jî mirovan vegerandibûn çaxên cengan a dîrok ji me re ravekiribû, û baş mînak Roma şaristanî, desthilatdarî zorkarî û pişt re roxandina wê bi sedema hêlînên hevgirtinên wê yên desthilatî , û divê zoreng li hember hêzên nezanî bê rêvebirin, yên têne naskirin bi vexwenderên pêşesaziya mirinê, ev erka zanyarî a dibe kilîta têgihiştina hemî ol ,hizirbûn, şepêl û baweriyên ji bo parastina mirov û hebûnê bi rêya qayimkirina nirxan.
Û zanyar parizvana her bîrdoziyeke saxlem in, ew bi nameyê xwe Evîn hebûn e û hebûn zanîn e rêbendên kûr di navbera ol û felsefeyan de radikin,û bi taybetmendiyên gelan û cudabûna wan şehnaz dibin, û hewil didin rêyên rêxistinî nû di têkiliyên mirovan bi hevdû re bibînin, û naxwazin nakokî durist bibe, û ew mertalekî parêz in ji cureyên bîrdoziyan yên ji bo jiyan û mirov biserdikevin.
Û ta em hebûna a ku em têde yeksan dibin bi rêya berketin, bîrawerî û baweriyê têbighin, pêdivî ye ku em bibin naverokekê ji rêxistina zanîna bi bandor di henasan de, yên bi sedema pêvajoya şîretbûnê beravêtîbûn, yên nirxên takekesên xwexwedakirî cîgir kirin ji berjewendiya qezencvanan ,yên xwe li paş maskê rabûnê berjewendiyên xwe yên teng vedişartin, û kiryarê tevgerê kiryarekî misoger e hebûn bi xuristiya xwe li ser jîndaran teva pêşkêş dike, û hişmendiya dûrkar bi lawaziya xwe ve diyar e, û ramanê zanyar a ji yekbûna hebûnê dibişkive bi rêya belavkirina felsefa evînê, li ser vê dîtina jîr û bi hêz derbirînê dike , yên zanyaran pê navdar in berve mirov û jiyanê.
Ji ber vê yekê xelk bi naveroka xwe hest nabin tenê dema ku xwe di kombûnên zanyarî de yekgirtina xwe çêbikin û li ser şikestina bendan bixebitin, berhinde bawerkirin bi zorenga a di nav dewletan an hundirê çi dewletê de diqewime bîngeha xwe sewadîkirina dabeşkirina hatinan an malgirtina desthilatê bi rêya berdewamkirina şûnmayîbûnê, û herdû jî ji berhema zordariyeke dîrokî qerpol e li pêş nezaniyeke sedema wê çavkarî û sertbûn e û zanyar bi evînê weke felsefeyeke banga guhertinê dike bawer in, ji bo bidestxistina asta herî bilind ji pileyên şahî û xweşiyê û pêkanîna nirxê mirovan û parastina hebûnê wek pêwîstiyekî ji berdewamkirina jiyanê.
Û bedewbûna hestyarî zo dihele û li vir jî hêza evînê diyar dibe di afirandina meya jiyanê, û zanyar dibînin di mirinê de wekî nemana herdû hêzên giyanî û daringî an tunebûna herdû hêzan li cem mirov û ketina wî di talîzoka windabûn, nezanî û girtîbûnê.
Û Istratîcîka zanyarî xelekeke gîhandinê ye xurt e berjewendiyên netewan bi hevdû ve girêdide li ser bîngeha hatinrêzê ji tek hebûnê re, û ew netewekî hişmendî yekgirtî ye, bi rêya helwestên zanyaran li hember zorbedî û hevgariyan yên ku ricîma dadgeha soraxvaniya nû li her cih û demê pêkanîbûn, û hebûn welatê wanî giştî ye.
Hêza rastîn yê ku em pê dikarin mirovan biparêzin, hêza rewiştî di nav xwe de hembêz dike a ku ji evîn dibişkive, û a bi rêya wê em dikarin gerentiyê ji berdewamiya baweriyê di nav xelkê de bidin, û behirkirina hebûnê ji bo encamgirtina zanîna a ku milyonan ji nezanî, sertî û perîşaniyê rizgar dike, û bi xirabûna nîvî hemî jî xira dibe, û bi rêya heyîna bedew em jiyanê û bedewbûna peyketinê berve rastiya bê sînor di zanebûnê de hizir dikin , û gavên kirdeyî destpê dike pêşî bi baweriya bi yekbûna hebûnê û yekbûna mêjiya mirovî a giştî bi nûnertiya zanînê û em nikarin bi çi tevgera guhertinê destpê bikin eger em bawernebin bi wê rastiyê yê ku zanyar wê ji rizgarbûnê re weke hêviyekê dibînin, herwiha zanyar bi vejînbûna mirovê nû bawer dibin û beranberî vê yekê kedên pêşiyên berê hurmet dikin ji bo lêkolîkirina şerên hebûn û parastina wê ji biveyên mirovê ezez, ji bo serkeftina rastiya zanyarî a cîgirbûyî li ser azadîxwaziya niştîmanî a vebûyî li ser gelên kêlek û cîhanê teva, berhinde zanyar dibînin ji sazîkirina netewa zanyarî a yekgirtî dewsa sînorên erdnîgarî yên ku desthiladarên dijmin wêna avakiribûn li hember çi aştîbûneke mirovî, û tiştê ku mirovahiyê li ser heman bername û cudahiyên xwe dicivîne ew hebûna a rastî gefxwarina bi nemanê tê ji bobelatên yên bi encamê cengên ku bi destê mirovan çêbûne derketî, û dîrok wekî ciwankariya kesên heyî dibînin ji bo sengerandina ezeziyê weke rêgeheke cîhanî, lê ya diyar û xuya ji her kesekî berketî re ku tiştê mirov gîhabûyê bi saya bikaranîna hişê afrêner û perwer û zanyar e, û hebûna welat ewa palpişta hebûna giştî ye û zanyar di her cihî de ji wana tê xwestin ku welatên xwe ava bikin û ji kesên wêranker û nezan paqij bikin taku lawên heyînê bijîn, ji ber ew hêjayî jiyanê ne ji ber ku normalbûnê derbas kirin , û zanyar Nîtşe bi mirovê serkeftî bawer dibû, û ji mirovê normal nefret dibû, ji ber ku yê serkeftî hêjayî afirandinê ye, û yê normal nêzî mivroyî û çilekbûnê ye, û tenê heyîn bala dibe bi saya tiliyên zanyaran.
Xwedî çareyan ew çi kesên ku jiyana xwe dabû ji bo pêşveçûna nifşên nû , û hemî nivîs û kedên xwedî çareyan bi aliyê evîn, hebûn û zanebûnê ve diçûn, li pêş ewqas sitemkar mînak Feron 1, Neyron 2, Hitler , Stalîn 3 û Seddam Husên,û kesên mîna wan û her ew zoreng diyar e timî bi derbasbûna dîrokê, û serkeftina misoger ew ji hêzên zanînê re ye, û rêber pêdiviyên xwe bi serkeftina leşgeran hene ta dîrok wan bi bîr bîne, û leşger eger hiş û dilên xwe bikarbînin bi awayekî kirdeyî bi wan serokên li navendên xwe rûniştî yeksan dibin, ew serwerên yên bi sazkirina hevpeyman û mercan ve mijol in û dayîna fermanan û şopandina çewsandina dozdaran yên cihên wan xistin bin gefan û hin ji wan zanyar bûn li hember sitemkarî, û gendeliya wan rawestiyan,û di vir de ji zanyaran armancekî bala heye ji têkbirina nezanîbûna xelkê û bêhişkirina wan bi sloganan, û guhertina mirovan li nîşanên zanyarî bi rêya jêbirina hişmendiya xwedawendîbûna serok, û armanca a zanyaran doza wê dikin ji pirsgirêkên bîrdozî û partîtî mezintir e , û ji kiftika sazî , şepêl û partiyan di her dewlet an yekîtiyê de destpê dike bi rêya xwebiçekirina bi ramana Evîn hebûn e û hebûn Zanîn e û geşkirina rabûn û geşepêdanê di giyanê van sazî û partiyan li her deverên cîhanê û herbilîna li ser xalên hevbeş yên dikarin rêbendan rakin û aloziyên demborînê derbas kin û vebûnekê li pêş pêşeroja cîhanî saz bikin.
————————
1- Feron : navê fermandar e li Misra kevin li gor reftara ya di serdema nûjen de hatibûye naskirin.
2- Şahînşah Neyron 15.12.37 – 09.06.68 pencemîn û dawî şahînşahê şahînşahiya Romanî .
3- Stalîn : serokê dûyem a yekîtiya Sofiyêt a berê 18.12.1878 – 05.03.1953 .
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com