Med, Mêd, Mîd, an jî Mad navê bereke dîrokî û desthilatdariya wan e. Mediyan li xaka ku Kurdistan, Îran û parçeyek ji Anatolî û Mezopotamyayê desthilatî kirine.
Di demên kevn de ji rojhilat, başûrê Kurdistanê û başûrê Azerbaycanê re Meda piçûk û ji Çiyayê Zagrosê û cihên wê ye din re jî Meda mezin dihate gotin. Paytextê Med bajêrê Ekbatana bû.
Mediyan kari ku, yekemîn Împeratoriya heri mezin a dema xwe ya îraniyan damezirînin, berî ku Kûruşê mezin împeratoriya Îraniyan bi têkeliya medî û persiyan damezirîtên. Rola mediyan ji ber wê yekê girîng e, ku sebeba desthilatiya îraniyan ser Rojavayê Asya bûn.
Medan,ku navê wan ji bêjeya “Ma-Da” ango “yên ji dayikê peyda bûn” tê, di Rojhilat (nêzîkê bajara hevdem Hemedan (Hama-Daan) ku nêzîkî bajarê kurd ê Kirmaşanne û wekî paytexta kevnare de derketin ser holê. Diyako an Deioces, yekem şahê Medan bû ku ji hêla dewleta gund-bajara ya dema wî de hate hilbijartin da ku edaletê di hundur de pêk bîne -ku peyva Diocese ji roja me ya nû de ketiye nav zimanê dadwerî û olî- wî mirovên ji hemî derdoran qebûl dîkir, herkes dihate pêşwazîkirin û teşwîq kirin ku biçin bo serdanê, çareserkirina nakokî û edaletê bipirsin.
Kurê Deyoses Frawartiş (Fare-Var-Tishk) bû ku dihata bi wateya “Pir ronahîbûyî”. Di dema rêveberiya Frawartiş (665-633 B.Z.) de, hozek dagirker a ku wekî skîtya tê nasîn hat rojhilatê mîrnişînê. Ji bo pêşîgirtina êrîşên pircar ya skîtiyan li mîrnişîna xwe, şah alîkarîya Haxoymanîş (Achaemenides) xebitand; hozekî stûxwarkirî ya berê ku navê wî di roja hevdem zimanê kurdî tê bi wateyê: Haxoymanîş (Ha-Khoy-Manish) an wek di Farisî de “Hakhamanish” û tê bi wateya “bicîbûyî” û “Stûxwarkirî”.
Haxoymanîşan rûniştevanên gundiyên herêmê bûn ku ji hêla Key Frawartiş ve hatine kar kirin da ku keyîtiya xwe li dij skîtiyan biparêze. Ji bo vê yekê, wî baregeheke leşkerî ava kir bi navê Pasar-Gadae, ku bi zimanê kurdî, “Pasar” tê wateya “senger, çeper”, asêgeha avahiyek ji bo çavdêriyê tê bikaranîn, û Gadae (Gaah, an Jaah, = cîh), bi hev re tê wateya bingeheke leşkerî ji bo çavdêrîya dijmin. Bo beşdarbûna bingehên xwe Medan gundiyên herêmî xebitandin bi nav “Pars” (pasevan, parêzvan), peywira wan parastin bû. Gotina “Pars” yekjimarî ji bo “Parsian” e, an jî weka îro bi “Farisî” tê zanîn. Di rastiyê de peyva “Farisî” sernavê karekî ye û ne pêşgirê nijadek an neteweyek e.
Piştî damezrandina Pasar Gadae, û tayînkirina Parsian li ser peywirên wan, ew dem bû ku Frawartiş, berpirsyariyên mîrnişîna xwe derbasî kurê xwe Kiyaksar (Cyaxares, Keyxusrew) bike (ku ew wekî Kyaxares, Kay-Khoy-Sar, Kay-Kusrow jî tête zanîn); Ghaisar, Kayser, Keyser, Caesar û Kaiser cûrbecûr navdarên vî navî ne û cawîdaniya xwe di sirûda neteweyî ya kurdan de, Ey Reqîb, dibînî wek “Em xortên Medya û Keyxusrew in”.
Di bin rêveberiya xwe Kay-Khoy-Saror (Kayser) mîrnişîna Medan berfireh kir. Ji rojava, ji Anatoliya Navîn ber bi rojhelat, heya Newala Hindus (Indus Valley) mîrnişîna xwe berfireh kir û mîrnişîn guherrî, bû wek împeratoriyek.
Di serdema wî de, tevgerên hemî olên berê yên naskirî serbest bûn. Baweriya Maguş û Zerdeştî ku pêşengê êzîdîyên Kurdistana îroyîn in; nûneriya ola fermî ya Împeratoriya kayser bû.
Çavkaniya navê ku gel, ziman û niştîmanê mediyan nîşan dide, ji navî erdnasiya zimanê ariya kevin e, kîjan di farsiya kevn de wek “Made(h)-” e. Wateya rastiya vê peyvê, ne bi cî de ye.
Zimannas Wojciech Skalmowski pêşniyar dike ku têkiliya peyva Zimanê proto-hind-ewropiyê: “med(h)-” bi maneya “navend, di nav de ye”, bi ya Hindûwa kevn “madhya-” û ya ariya kevn “maydiya-” ê wateyên wek hevin. Di zimanên neviyên wan de: latînî “medyum”, yewnanî “meso” û cermenî “mittel” ê de jî eynî wate tê dîtîn.
Gelê Medî bi vê navî hatûn nîşan kirin, di nivîsên qedîm de. Gorî “Dîroka Herodot”; “Hemû gelên qedîm mediyan re digotin arî, dema Medeayê, ya Kolxî, ji Atînayê hatû cem wan, wan navê xwe guherandin.“
Têkilîya med û kurd
Êl û hozên Medan yekemcar di deverên di navbera Hemadan û Kirmanşaha îroyîn li başûrê rojhilata Kurdistanê -ku dilê Medya bû- bi cîh bûn. Di tomarên Asûrî de ev dever bî “Medaya” dihat nav kirin. Medan komeke koçber bûn. Wek gelên namzed din yên hind û ewropî; faris, ermen û efxanî di Rojhilata Navîn dijiyan.
Medan di serî de, ji başûrê welatê xwe ve, li başûrê rojhilatê Kurdistanê û paytexta wan, Hamadan (Ecbatana kevnar) welatê xwe berfireh kirin, pîşt re, ber çiyayên Zagros û deverên rojavayê zozanên Îran û rojhilatê Anatoliya’yê çûn.
Kurdên îroyîn bi zimanek wek zimanê medî, ango, bi zimanek hind û ewropî ya şaxê îranî diaxivin. Bi têgihînek bêtir sînordar, zimanê kurdên hevdem zimanek ji şaxa zimanên îranî yê bakûr-rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye ku medan jî di nav vî şaxê de ye. Lê herwiha gilakî, mazenderanî, tat, talîş û belûç hemû dikevin şaxa zîmanê medan. Heya nêzîkê heşt sedsalan berê, wê deverê li başûrê rojhilatê Kurdistanê hîn wekî Mah (ango, Medya) dihata binav kirin.
Di rastiyê de, hê jî hin êl û eşîrên kurdên hevdem bi şêwazên pêşkeftî yên navê Med an jî Mad digirin hene. Wek Meywandlu, Meymand, Mamand, û Mafi. Bestên herî mezin a li wê tevahiya herêmê hîn jî bi nav “Mahî Deşt” bi wateya “Deşta Medan” tê gazîkirin.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com