DILBIRÎN DILO
A niha xwe di vê tenîtîya xwe de wek feylesofek bêdîn û bêgel hîs dikim. Tiştê ku min davêje hembêza min ne fikr û ramanên dij olî, ne jî asosyalbûn e, hîsên minên bêwate ne, ez im. Min hepsa hişê xwe qesrek tenêtîyê ava kirîye û bi xwe re dijîm.
Vê nexweşîya hanê (ez tenêtîyê wek nexweşî pênase dikim) ji roja ku ji kesayeta xwe, ji hez kirina jinan dûr ketim bi min re peyda bûye. Nizanim wê rojê jî kîjan roj e teqez mirina dîya min û jihevqetîna ji wê bû sebeb. Erê erê ew ya ku min digot ez bimirim jî ezê wê bernedim lê wê ez hiştim. Bi çûyîna xe ez jî kirim bîyanîyê heza jinan.
Lê bawer nakim ku heza min a li gel wê xelas bûbe. Hê jî li ser masa xwe dirûnim û jê re nameyan dinivîsim nameyên ku qet neghêjin ber wê. Belbî jî ev evîna mina kûr nahêle derêm sererd û ji jinek din hez bikim.
Min carek di nameyek ku ji wan nameyên ku naghêje ber wê de nivîsîbû ez li xwe mikur hatibûm ku êdî nikarim ji jinek hez bikim û bikim şûna wê.
Rojek dîsa ez û ew li bin darek ji darên parqa taxa me bûn. Ji ber ku em bi dizîka hatibûn ba hev em bi tirs bûn an jî tenê ez bi tirs bûm çimkî min gelek caran di wê parqê ew û hinên din dîn ku tirsek pê re tunebû. Erê bi tirsa dilê xwe min evîna xwe jê bi dehan caran dubare dikir herweha wê jî îtîrafa evîna xe ya li gel min dikir. Xwedê zane wan peyvên efsûnî ku mîna morîyên tizbehan ji devê wê bi dengê wê yî buhuştî diherikî guhan çendan. Min nameyek ku helbestek helbestvanek gewre tê de nivîsîbû dabû wê. Ji wê rojê û bi vir ve min dest bi helbestan kiribû lewra min kêfa wî dî bû ku bi wê helbestê çiqas kêfa wê hatibû.
Heftîyek di dûv wê rojê re ez berdam, min çi jî kir venegerîya êdî ez li ber xwe ketim û min gera dû wê berda. Lê min dî ku bi mêrek din re evîndarî dike. Di dûv wî re jî bi gelekên din re. Êdî wê rojê bawerîya mina li gel jinan xelas bû. Û bi mirina dîya min re jî êdî tu jinek li dor min nema. Ne ew hez ne jî ew bawerî êdî li derîyê dilê min neda.
Aha ev bûyer bû ku ez kirim pêxemberek jibîr bûyî. Feylesofek xerîb û mirovek bêpergal.