Gola Nazikê, goleke ava şirîn e ku li parêzgeha Bidlîs a Bakurê Kurdistanê ye. Gol li parlela bakur 38,855547°B û li 42,286783°E dirêjahiya rojhilat de ye. Gola Nazikê 1816 mêtre ji asta deryayê bilind e. Rûava golê 44.5 km² ye û kûrahiya golê ya herî zêde 50 mêtre ye.
Ji ber ku ava golê şêrîn û ji hêla xurdemeniyê ve dewlemend e, di golê de gelek cûreya Masî ya Masîpank têne hilberandin û karê masîgeriyê li golê tê kirin. Ji xeynî vî cureya Masiyê masîyekî bi navê qoçût di golê de heye.
Gola Nazikê yek ji golên volkanîkî ye ku di encamên teqînên volkanîkî de rê ber avê hatiye girtin çêbûye. Golên volkanîkî bi girtina eniyên geliyan di encama teqînên volkanan de çêdibin. Ava Gola Nazikê ava şîrîn e û gol bi çeman, ava berfê ya biharê û bi ava baranê tê xwedîkirin.
Nebatên gihayê golê ku ji hêla mirovên hatine çandin û zêdekirin serdest e. Li deverên rojhilat û rojavayê herêmê komên qamîşên piçûk hene. Li gundan û li herêmên başûr darên Bî (dar) têne dîtin.
Li herêma derdora golê cûreyên babetên giha wekî Polygonum amphibium, Butomus umbellatus, Schoenoplectus lacustris subsp. Tabernaemontani, Phragmites australis, û di nebatên avî de Potamogeton lucens û P. perfoliatus hatine dîtin.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com