Gola Nemrûdê yan jî Gola krater a Nemrûdê, gola kraterê ya duyemîn a herî mezin a li Cîhanê û gola kraterê herî mezin a li Kurdistanê ye ku navê xwe ji navê heman çiyayê ku navê Qeralê Sumerî Nemrûd lê danîne wergirtiye. Gola Nemrûdê li rojavayê Gola Wanê di navbera navçeyên parêzgeha Bidlîsê Tetwan, Xelat û Norşîn de ye.
Kratera ku di encama teqînên volkanîk a li Nemrûdê pêk hatiye firehiya kraterê ya jorîn 48 km² ye û rûbarê kraterê jî 36 km² ye. Jiber xwezaya xwe ya taybet di mehên havînê de Gola Nemrûdê dibe cihê rawestgeheke geştyarî.
Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Kûrahiya wî ya navînî bi qasî 100 mêtre ye û xala golê ya herî kûr 176 mêtre ye. Germav û kaniyên germ ên li dora golê nîşaneyên herî dawî yên çalakiya volkanîk in. Gola Nemrûdê bi ava berfê û bi ava barîna baranê hatiye xwedîkirin û ava wî ji ava sar û şîrîn pêk tê.
Di analîzên mînakên avê de hat diyarkirin ku av zelal e, bê reng e, bê bîhn e û tema avê jî wekî ava vexwarinê normal e. Ava gola Nemrûdê ji aliyê radyoaktîvîteyê ve di nava sînorên asayî de ye. Nirxandina asîdeyê, pH 7.4 e û av hinek bi alkalîn e.
Li Gola Nemrudê, ku ji aliyê Nîtoplanktonê ve gelekî dewlemend e, di sala 1986an de hejmareke Masî berdane golê û gol di demekî kurt de gihêşte asta gola masîgiriyê. Ji ber ku nebatên ji herêmên cuda jiyana xwe bi hev re didomînin, asta golê hema hema hertim dimîne û hevsengiya baran û avhewayê hatiye tespîtkirin, nîşan dide ku ev der xwedî mîkroklîma ye.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com