Hedban

Hespê Dewrêşê Evdî: Hedban

Îbrahîm Osman

Hedban, navê hespê Dewrêşê Evdî, Lawikê Êzdi ye. Dewrêş pê çûbû şêrê Osmaniyan, Turkmenan û Erebên Gêsî.

Di dîroka me de, bi qasî ku em jê agahdarin yek Hedbanekî bi tenê hebûye û ew jî, ji xeynî Dewrêşê Evdî pêve kes lê siyar nebûye. Hedban ji Dewrêş pêve tu kes nêzîkî xwe nedikir. Li gorî gotinên stranbêjan, Hedban û Dewrêş ji bo hev çêbûne. Ew her du jî di heman şerî de hatin kuştin.

Gava şer hat ber deryê eşîra Milan, milan dest hilneanîn. Temir Paşa neçar ma keça xwe Edûlê derxist bazarê. Dewrêş rahîşt fîncana qahwê ya ser bixwîn ku mîna jehra marên kaşan dihat bi navkirin û li gel 11 hevalên xwe ji bo kifşê daket qada şer. Ew bi şev û rojan li gelî û şargên bi guman li dujmin geryan. Li kêleka Girê Edşanê li dujminên xwe rast hatin. Dewrêş û koma hevalên xwe bi 4-5 hezar siyar re ketin nava şerekî giranî bêveger.

Di şer de, pir kes hatin kuştin. Gelek hesp bê siyar man. Gelek bûkên dest bi hine, di binê konan, navbera çît û rewagan de li bende hezkiriyên xwe jinebî man.

Hevalên Dewrêş giş di şer de hatin kuştun. Dewrêş li beriya Wêranşarê li kêleka Girê Edşanê, bi tena serê xwe ma. Wî qet hêviya xwe wenda nekir. Mîna ku artêşek li pişt wî be, ji bo tola hevalên xwe rake bi wêrekiya şêran daket nava enya dijber.

Her carê çend hesp bê siyar dihîştin û vedieriya ser gir. Berê xwe dida çiyayê Qerejdaxa xopan û hilma bayê hinik dikşand pişka xwe.

Dujmin heyirî mabûn. Tirs û heybeta Dewrêş leşkerên dijber qidûmşikestî kiribû. Li ser plangeriya Kose Weysê Kal, Dewrêş bi bêbextî û fen û fûtan kişandin erda kunemişkan. Her du lingên Hedban di kunemişkan de çûne xwarê û şikestin.

Dewrêş vê stranê li ser Hedban distirê.

Lo Hedbano, Hedbano

Hey mala te xerabiyo Hedbano

Min tu xwedî dikirî bi şekirê kapekî

Berê pêsîrên dayikan û şîrê nagano

Min tu xwedî kirî mîna roniya çavano

Li te siwar nebûm rojên cejn û şahiyano

Min tu xwedî kirî ji bo rojeke wisa girano

Min got qey ez ê li ser pişta te rakim

Tola Sahdûnê bira, xelefa Eyşa Weliya

Û Evdiyê Milhim koma hestiyano

Min got qey ez ê li ser pişta te rakim

Heyfa Çîloyê Îzolî kekê Dilşa

Mehkûmê destê pismamano

Hedban mala te xera be

Te per û baskên min şikandin

Hedban min got qey ez ê li ser pişta te rakim

Tola Ibêd û Ferhan her du şêrên berzava

Destgirtiyên wan destbihinne li malên bavano

Te pergala min belav kir Hedbano.

Çavkanî: Pirtûka Evîna Mêrxasekî

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !