Egîdê Qadirî (1928-1999)
Egîdê Qadirî sala 1928-an li Gundê Seyîd Kotaniya Vediya Ermenistanê hatiye dinyayê, sala 1999-an li Bakûya Azerbaycanê rehma Xwedê dike.
Malbata Egîtê Qadirî di salên 1926-1927an de, piştî serhildana Şêx Seîd, ji ber zilm û zora Roma Reş tevî 1700 malbatên eşîra Brûka koçber dibin, mal û milkên xwe di cih de dihêlin û ji çemê Erez, derbasî Qafqasyayê dibin. Egîtê Qadirî, di sala 1938an de li Gundê Seyîd Kotaniyê li nehiya Vêdiyê ya girêdayî Komara Ermenistanê ji dayik bûye.
Qadirî di sala 1963an de, li Zaningeha Pedagojîyê ya ser navê X.Abovyan li bajarê Erivanê, Fakulteya ziman, wêje û dîrokê (para Azeri) xelas kiriye. Qadirî li bajarê Bakuyê di dibistanê de wekî dersdar kar kiriye û bi afirêneriya edebiyata Kurdî re mijûl bûye. Helbestên wî di salên cuda cuda di rojname û berevokan de ronayî dîtine.
Di sala 1971ê de pirtûka xwe ya bi navê “Lîrîka Helbestên Feqiyê Teyran” weşandiye. Ev, pirtûka wî ya yekemîn e.
Di pirtûka wî ya bi navê “Kûlîlken Çiya” de; hesret, nalîn, gazî, guman, rastî, hêvî û baweriya azadiya Kurdistanê heye. Ev bawerî pey nasbûna pirtûka “Kûlîlka Çiya” bi zimanekî şirîn, xweş û poetîk ve, bandoreke mezin li ser xwendevanan jî çêdike. Egîtê Qadirî di sala 1999an de, li bajarê Baku’yê çû ser dilovaniyê.
GULÎZER
Gerdena te şemdan dide, Gulîzer,
Bejn û bala te heykel e sîm û zer,
Ji hûba te bûme bengî sewdaser,
Dev lêvê te şekrê şamê, Gulîzer.
Sûretê te sor gevez ça hinar e,
Xal xetê te tev de nexşê guhare,
Evîna te ez kirime dîn û har,
Dîn û harê te gulê me, Gulîzer.
Naz horînga nûr şemdana qudretê,
Sûlavlêka li ser banê cinetê,
Min re were rehm û kerem mirwetê,
Birîndarê te gulê me, Gulîzer.
Gulîzercan çavê te yê nexşîn in,
Hinarê te merxik gulava bin in,
Bengî ez im ser te maşuq evîn im,
Evîndarê te gulê me, Gulîzer.
Ez dizanim tu bedewa kurdan î,
Tacê zêrîn beyta Feqiyê Teyran î,
Zîna bedew hûba Ehmedê Xanî,
Dilxedarê te gulê me, Gulîzer.
Ez heyrana kenê te yê şekirî,
Nûr nedera dêmê te yê vekirî,
Ji hûba te pir nexweş e Qadirî,
Tengezarê te gulê me, Gulîzer.
EŞ Û JAN
Şev e, dîsa xew nakeve çavê min
Ah û zar im, alav digre dilê min
Dişewîtim, diperîtim dil û çan
Ev eş û jan te daye min, Kurdistan.
Bedew rindî, gulistana rengînî
Bona Kurda timî, her wext şirîn î.
Ez çi bikim, dilê me de birinî
Birina dil te daye me, Kurdistan.
Dinê zane bax û baxçe te rind in
Çar aliyê te temam bajar û gund in
Çiyayên te ji hemû çiyan bilind in
Evan çiyana te dane me, Kurdistan
Bê welatî zehf derdekî giran e
Bindestiya te me re êş e û jan e
Şev û roja Kurda ax û eman e
Ax û elem te daye me, Kurdistan.
Ereb, Farsa, Tirkê decal zulmkara
Kurdistanam hildan kirne çar para.
Talan kirin, wêran kirin deşt-zozan
Ev talanî bonam derde, Kurdistan.
Qadrî bes e, bişewîtî, binalî
Bona Kurda, Kurdistanê bedhalî.
Agadar be, pey tariyê rona ye
Nêt mereme temam Kurda ev şa ye.
Ezê Bêm
Weki ez mirim û çûm
Tirba sar da cîwar bûm
Kete çavêm xwelî û qum
Xema neke yara min
Tu bizanibe ezê bêm.
Tu cara tu negirî
Guliya zirav vegirî
Li ser tirbam bibi sî
Hêviya min be her demê
Tu bizanibe ezê bêm.
Wekî hat bahara al
Neke axîn nalenal
Hêviya min be karxezal
Weki bû xûşînya cem
Tu bizanibe ezê bêm.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com