(z. 12ê rêbendana 1876an li San Francisco wekî John Griffith Chaney / m. 12ê rêbendana 1876an Glen Ellen)
Jack London nivîskar û rojnamevanekî amerîkî bû.
London, gelekî di bin bandora Sosyalîstan de maye. Dema ku pirtukên wî tên xwendin vê yekê baş tên dîtin. London nemaze ji felsefa Marx a ku li ser “Das Kapîtal” pejirandiyê. Di pirtuka wî de ya “Banga Hovîtîyê” û ya “Diranê Spî” de vê felsefeya xwe eşkere dikê.
Daxwaziyê wî li ser wekhevî û azadiyê ye. Dixwaze ku mirov xurt be. Di gerdûna demcema û xeyalê nagere. Rastiyê dibîne; wê rastiya tûj û tûnd. Tevî van tiştan sosyalîzm û komînîzm jî xwe eşkere dikê di pirtukê wî de mînak a “Demir Okçe” de qala xwîmijandina kapîtalîstên ku sîtemkariyê li rençber û paleyan dikin.
Ew di 21.11.1916an da bi nexweşiyê an zêdedermanxwarinê emrê Xwedê kir, piştî çil sal temenê xwe, 49 kitêb nivîsîn ji 17 saliya xwe da nivîsîn dest pê kiribû, hinek pirtûkên wî: Pahniya hesinî 1907 – Martîn Eden 1909 – Qêrîna Wehşetê 1903 – Berî Adem 1906 û Leheng, Geliyê heyvê, Berxwedan, Agir dadan, Kûçikê Sîrkê.
Jack London bi kurdî
- Zaroka şevê (1995). Stockholm: Nûdem.
- Banga wehşetê (bi kurmancî)
- Dan çarmû, 1988, Bexda, Îraq (bi soranî)
- Meksîkî, 1989, Stockholm, Swêd (bi soranî)
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com