Kurdên Urdunê yek ji gelên kêmjimarî yên li Urdunê ne. Hejmara kurdan li Urdunê li dora 40 hezarî ye û paşnavê piraniya wan “kurdî ye” û yên hinekan li gorî navê eşîrên wan e.
Mirov dikare şopa hebûna kurdan li Levantê hetanî sedsala 12’mîn bikişîne. Gava ku xanedana Eyûbiyan hember Xaçperestan şerdikin, gelekî şervanên kurd jî di nava artêşên wan de hene. Hinek ji wan şervanan li vê herêmê dimînin, ziman û çanda Ereban de asîmîle dibin. Belaviya navên kurdî di topografiyê de Wadî el-Ekrad (newala kurdan) îspata hebûneke kevn a kurdan li vê herêmê ye.
Belê pêşiyên kurdên ku îroyî li Urdunê dijîn ne ev in. Kal û pîrên wan mamûr û leşkerên osmaniyan bûne û piştê wezîfe bi malbatê xwe ve li Urdunê dimînîn. Niha pirraniya wan li paytexta vê dûgelê, li Ammanê dijîn, û tê zanîn ku cîvakî gelekî rind entegre yê cîvaka urdunî bûne.
Di aliyê ziman de piraniya wan asîmîle bûne, kêm kes dikarin bi kurdî biaxivin. Belê çalakiyên çandî ji 1960an vir de hene, çanda kurdî di nava malbatan de têye parastin. Piştî şerê Îraqê yê yekem jî gelekî kurd ji Başûrê Kurdistanê penaberê Urdûnê bûne.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com