MERYEM XAN

JİYANA MERYEM XAN

Bahadîn Robar

Li ser jiyan û malbat û gundê ku Meryem Xan jê ji dayîk bûye gelek nîqaş û zanyariyên cuda yên ku piraniya wan bêbingeh in, hene. Ji berî ku min biryara nivîsandina vê pirtûkê dayî heval û dostê min ê lêkolîner û helbestkarê hêja Hurşît Baran Mendeş bi berfirehî lêkolînek li ser jiyana dengbêja navdar Meryem Xanê kiribû. Her çi qas gelek nivîs û pirtûkên qala jiyana wê dikin hebin jî zanyariyên teqez di destê raya giştî ya kurd de tunebûn. Lewre dema min xwest kurtejiyana Meryem Xanê binivîsim, min pirtûka rêzdar Hurşît Baran Mendeş (Meryem Xan, Hayatı, Sanatı ve Şarkıları) weke çavkaniya esasî girt dest.

Heta demek nêzîk min jî Meryem Xan weke keçek fileh (xiristiyan) a ji bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê dizanî. Lewre me wisa bihîstibû û derdora em lê mezin bûne jî wisa digotin. Di gelek nivîsên li ser jiyanê wê hatine nivîsandin de xwe spartine yek çavkaniyê ku ew çavkanî jî ne diyar e. Weke mînak, BasNewsê bi pênûsa Rukiye Mistefa nivîsek li ser jiyana Meryem Xanê weşandiye. Dema min berê xwe da wê nivîsê min dît ku bi taybetî zanyariyên di derbarê cihê jidayîkbûnê, navê bavê wê û zewaca wê de gelek çewt û şaşî hene. Yanî tu caran ew bi kesek ji malbata Bedirxaniyan re nezewiciye.

Bi lêkolînên H.Baran Mendeş derket holê ku ya behsa wê tê kirin ku ji Dêrgulê ye, ne Meryem Xan, Elmas Xan e. Heta gelek kes Meryem Xanê û Elmas Xanê û jiyana wan jî tevlî hev dikin. Kurê meta Meryem Xanê (Qumriye) yê bi navê Hecî Mihemed dema behsa keçxala xwe Meryem Xan dike wiha dibêje; “Heta roja îro tu kesan jiyana Meryem Xanê ji me nepirsîne. Dibe ku hin zanyariyên me ji mezinên xwe bihîstine me ji bîr kiribin, bes dîsa jî em gelek zanyariyan di derbarê Meryem Xanê de dizanin. Meryem Xan ji 3 zarokên Heciyê Hemo yek jê ye. Li gundê Xêrxwerê hatiye dinê. Mixabin navê diya wê nayê bîra min jî, lê belê navê herdu birayên wê Husên û Yehya ne. Ew ji herdu birayên xwe mezintir e. … dema li Mûsilê bû bapîrê min diçû Mûsilê bazirganî dikir lewre ew 10 salên ku Meryem Xan li Mûsilê bûn bapîrê min her dem serdana wê dikir. Biraziyê wê Mihemed li Mûsilê 2 salan li cem wê mabû û hingê jî têkilya malbatê pê re hebû”. Biraziyê wê Mihemed dibêje; Piştî mirina mêrê xwe Meryem Xan ji Musilê çû Bexdayê, lewre têkiliya me pê re qut bû.” Ya rast Meryem Xan jî û Nesrîn Şêrwan û Elmas Xan jî yanî hersê jinên dengbêj û navdar jî botî ne, yanî ji herêma Botanê ne. Lewre zanyariyên jiyana wan tên tevlîhevkirin. 

Meryem Xan di sala 1904’an li gundê Xêrxwer (Demirbogaz) ê girêdayî navçeya Şirnexê li Basanê hatiye dinê. Zarokatiya xwe piranî li wî gundî derbas kiriye. Navê bavê wê Heciyê Hemo ye. Mixabin di lêkolînên ku me kirine de me nekariye em navê diya wê bizanin. Du birayên Meryem Xanê hebûne. Navê yekî Husên û navê yê din jî Yehya ye. Meryem Xan ji herdu birayên xwe mezintir e. Bavê wê Heciyê Hemo ji eşîra Jêliyan a ku di navbera Çiyayê Gabar, Çiyayê Reş, Bajaroka Findikê, Çiyayê Dêra û Basana Şirnexê de xwedî hejmarek mezin û erd e. Eşîra wê tevahî gundî ne û li herêmên çiyamend dijîn. Bavê Meryem Xanê dewlemendekî navdar ê serdem û herêma xwe bû. Di heman demê de ji hêla oldariya xwe ve jî gelek dihat zanîn û nasîn. Meryem Xan hê di biçûkatiya xwe de bûye mêldara dengbêjiyê û li gorî derfet û karîna xwe di çend civat û dawetan de straye. Lê ji ber ku bavê wê kesek oldar bû li dijî wê derketiye û nexwestiye keça wî bibe dengbêj.

Bavê Meryem Xanê di sala 1917’an de hê Meryem Xan di 12-13 saliya xwe de ji vê cîhanê koça dawî dike. Piştî mirina bavê wê gelek naçe diya wê jî serê datîine. Meryem Xan û herdu birayên xwe tenê dimînin. Hêj êşa mirina dê û bavê wê derman nebûyî vê carê jî leşkeran ji ber ku cihê qaçaxê dewletê Mihemedê Bişar ji wan re negotiye hatiye derdestkirin û piştre jî bi 7 kesên ji heman gundî ne re hatiye gulebarankirin û kuştin. Pîştî vê serdema bêyom Meryem Xan û birayê xwe Yehya tenê dimînin û ji ber hin sedemên nayên zanîn (dibe ku ji ber ev qas mirinên li pey hev hatine ji xwe re gotin ev war û mekan li me nayê) ji gundê bavê ji Xêrxwerê bar dikin û diçin gundê Çêlga Eliyê Remo yê bi ser Kerborana Mêrdînê ve ye û xwe li Mala Eliyê Remo ya mezin û navenda eşîra Erebiyan e digire. Piştî li Çêlga Eliyê Remo bicih dibin têkiliyek germ û dostane di navbera wan Mala Eliyê Remo de çêdibe û Meryem Xan gelek caran di dawet û civatên Mala Eliyê Remo de stranan distire. Dema ku çûne wî û şûnde jiyana xweş bûye û êdî hêdî hêdî êş û jana mirinên ku li pey hev bi ser wan de hatine ji bîr dikin û gundî jî gelek rêz û hezkirinê nîşanî wan didin. Meryem Xan jî êdî ji berê rehettir dengbêjiyê dike û ji hêla derdorê ve tê guhdarîkirin û naskirin. Tam di vê dema ku jiyana Meryem Xanê tekûz û aram dibû de birayê wê Yehya biryarê dide ku wê bizewicîne.

Meryem Xanê ew kesê ku dê pê re bê zewicandin nas nedikir û nedîtibû. Hê di 16-17 saliya xwe de bi awayê hevdîtina carekê birayê wê bi ciwanê bi navê Xelîl Înan (Înan, paşnava malbata Xelîl e, dema Meryem xan li Botanê û Torê bû zagona paşnavê li Tirkiyeyê tinebû.) re zewicand.  Xelîl Înan ji gundê Zivingê (Yoncali) ku ew gund jî cîranê gundê Çêlga Eliyê Remo ye. Ev zewac qet ne bi dilê wê bû. bes ji ber qedir û nirxê birayê xwe li dij derneket û erê kir. Bêgûman vê zewaca bêyî dilê wê derd û kulên wê gelek zêde kir. Meryem Xanê ji ber zihniyeta serdest û feodal a mêrê xwe gelek jan kişand. Mêrê wê digotê; divê tu qet dengbêjiyê nekî û bêyî destûra min neçî tu dawet û civatan. Her çi qas Meryem Xanê li ber xwe dayîbe jî ji ber paşverûtî û dijwariya mêrê xwe hedar nekir û pîştî sê salên zewaca xwe dev ji mêrê berda û çû cem birayê xwe Yehya û li mala birayê xwe bicih bû. Ew ê dizanîbû jinek ciwan dev ji mêrê xwe berde û bi tena serê xwe di nava vê civaka hişk û feodal de tiştek gelek zehmet e, bes wê dengbêjî di ser her tiştî re digirt. Lewre wê dixwest li pey xeyalên xwe biçe. Her çi qas Meryem Xan 3 salan zewicî mayîbe jî zarokên wê çênebûbûn.

Meryem Xan ji bo bighîje mebesta xwe û dengbêjiyê berdewam bike ket ser rêyek dûr û bêveger. Rojekê bi dizikî ji bo xwe bigihîne Bexdayê diçe cem zilamek bi navê Osmanoka yê li ser çemê Dîclêyê bazirganiyê bi kelekvaniyê dike, li keleka wî siwar dibe û berê xwe dide bajarê Mûsilê û ber bi oxir û hêviyê ve diçe. Meryem Xana ku malbat, gund û eşîr û êş û janên xwe li pey xwe hişt, çû li Mûsilê bicih bû. Her çi qas dîroka wê baş neyê zanîn jî ew li Mûsilê zilamek ereb re dizewice. Zilamê ku Meryem Xan pê re zewiciye pîlotê balafiran e. Dema ew li Mûsilê ye birayê wê yê jinbavê (dêmarî) Hecî Emîn Ozdemir û çend kesên din ên nas diçin Mûsilê wê dibînin û têkiliya xwe jê qut nakin. Ew bi mêrê xwe yê ereb re jiyanek bextewar û xweş diborîne. Rojekê mêrê wê di qezayeke balafirê de dimire û Meryem Xan carek din jana mirinê dikişîne. Li ser vê yekê ew berê xwe dide Bexdayê, diçe li mala Elmas Xanê bicih dibe. Li mala Elmas Xanê Mihemed Arifê Cizrawî, Nesrîn Şêrwan (şirnexî), Tahir Tofîq, Elî Merdan, Seîd Axayê Cizîrî û Fewziye Mihemed nas dike. Meryem Xan rojekê di civata van dengbêjên navdar de dest bi stranan dike û distire. Yên hazir hemû bi şaşwaz û matmayî li dengê wê guhdarî dikin û pir bihîstyar dibin. Di heman demê de jê re rêzek mezin jî digirin.

Meryem Xan naxwaze Elmas Xanê aciz bike lewre rojekê destûrê jê dixwaze û diçe li taxa Bab Elşerqî ji xwe re xaniyekî kirê digire û êdî jiyana xwe bi tena serê xwe di mala xwe de diborîne. Têkiliya wê bi çend şirketên muzîkê re çêdibe û mebest û armanca wê ew bû ku ew dengê xwe bide tomarkirin û nemir bike. Di sala 1930’î de Meryem Xan plaka (band) xwe ya yekemîn derdixe. Wê di her bandekê de stranek tenê stiraye. Taybetmendiyeke Meryem Xanê ya girîng jî ew e ku hunermenda jin a yekem e ku bi kurmancî band (plaq) derxistiye

Di sala 1939’an de beşdarî pêbaziya stranan a ji hêla Rayoya Bexdayê ve tê organîzekirin dibe. Di vê pêşbaziya ku gelek dengbêjên kurd ên navdar beşdar bûn de Meryem Xan pîleya yekemîn bi dest dixe û xelata yekemîniyê distîne. Dê wê pêşbaziyê de Meryem Xan û Elmas Xan bi awayek fermî di Radyoya Bexdayê de dest kar dikin. Jixwe weke ku em jî dizanin dengê Meryem Xanê weke zengil bû. Wê bi wêrekî, dilxwazî û bi hostayî distirand. Meryem Xanê xeyalên gelek kur û keçên ciwan dixemiland ku dixwestin bibin dengbêjek mîna wê. Lê mixabin piştî ew li Bexdayê bicih dibe têkiliya wê bi malbata wê re qut dibe û êdî tu kes ji malbata wê nikaribûne biçin cem wê. Derfetên demê dest nedida wan ku bikarin têkiliya xwe bidomînin.

Piştî di pêşbaziyê de dibe yekemîn êdî ew weke hunermendeke berdewamî (qadro) di bin banê wezareta çandê ya dewleta Iraqê de di beş a kurdî ya Radyoya Bexdayê de dest bi kar dike. Ku ew weke xebatkareke hunerê hat peywirdarkirin û şûnde êdî ji her demê zêdetir dikaribû karê xwe yê hunerî û dengbêjiyê bi rê ve bibe. Dema Meryem Xan dikeve radyoyê, gelek stranan berhev dike. Stranên wê yên di nava gel de dihatin strîn û vegotin, di radyoya Bexdayê de jî dihat weşandin. Di ser 200’î re stranên taybet ên wê bi xwe ne ku dixwîne/distire. Yek ji wan kesên ku di nêz de ew dîtiye Mihemed Arif Cizrawî ye, ku di rêportajeke Radyoya Bexdayê de waha dibêje; cilên li ber Meryem Xanê nûjen û hemdem bûn lê ruh, jiyan û hunera wê bi kurdî bûn. Ew girêdayî kevneşopiyên kurdî bû. Dema stran digot, ji dil de digot. Wê demê hemû bedena wê bi stranan ve dihat hûnandin.

Meryem Xan mamoste û newasaza deng û dengbêjiyê bû. Di stranên wê de otantîzm, reseniya dîrokî, qirikeke orjînal ya kurdî û botanî û dengê jinên kurd yên ku hatine çewsandin hebû. Ew di hêla dengbêj û dedbêjiyê de di tebeqeya herî jor de bû. Xwediya qirikek paqij û dengêk zengilîn bû. Dema distirand peyv bi peyv, kîte bi kîte dengê wê dihat fêmkirin, lewre zimanê wê zelal bû. Ya herî girîng jî di dengê wê de xemgînî û hesret dihat guhê mirov. Ku mirov ew guhdarî dikir dengê mirov bi xwe re dibir nava stranê û bivênevê mirov bi wê re heman hest hîs dikir.

Di pirtûka “Meryem Xan, Hayatı, Sanatı ve Şarkıları” ya ji hêla Hurşît Baran Mendeş ve hatî nivîsandin de cih dayê hevpeyvîneke nivîskarê dîrokzan Kakşar Oramar ya ku di sala 1992’yan de bi zilamekî 80 salî yê bi navê Hecî Ehmed yê ji gundekî Colemêrgê ye re kirî. Kakşar ev hevpeyvîn bi vî awayî tomar kiriye. “Min Meryem Xan ji nêzîk ve dît. Ji bo ez di mal û xizmeta Seyîd Teha Gilanîzadeyê ku hikûmeta ingilîz ji bo Herîr û Batasê peywirdar kiribû de bixebitim ez çûbûm wir. Dema ez çûm mala wan hevjîna Seyîd Teha Gilanîzade Gulîzar Xanim li malê bû. Jinek gelek dilkêş û hijxwekirî li cem wê bû. Poşiyek nexişandî li ser serê wê bû û pora xwe weke jinên eşîran honandibû û biskên wê ber bi jêr ve daheliyabûn. Kiras lê bû û din kirasî de jî binkiras (etek) hebû, bejindirêj û pir xweşik bû. Dişibiya jinek hemdem û bajarî. Şêwe û rengên bajarî li ser hebû. Piştî rûniştin û bêhnvedanê û piştî çend pirsên Gulîzar Xanimê got; Hecî Ehmed tu vê jina rûniştî nas dikî? Bi vî awayî pirsiyara wê ji min kir. Min jî gotê; na ezbenî, ez vê xwîşkê nas nakim, min qet nedîtiye. Gulîzar Xanimê bibişirîn got; ma te dengê wê jî nebihîstiye? Piştî Gulîzar Xanimê welê got, êdî min zanî ku ew jina hêja Meryem Xan e. ji ber ku wan salan tenê dengê wê di bandan (kaset, plaq) de hatibû tomarkirin û me guhdarî dikir. Di civatek hezar ku kes jî tê de hebûya dema dengê Meryem Xanê, Mihemed Arifê Cizrawî, Seîd Axayê Cizîrî û Kewîs Axa bihata bihîstin herkes bêdeng dibûn û ew guhdarî dikirin. Ez wê rojê qet ji bîr nakim. Li ser daxwaza Gulîzar Xanimê Meryem Xanê strana xwe ya binavûdeng “Mihemedo Ronî” ji bo me stira. Piştî strana xwe qedand rondikan xwe ji çavên wê ber bi hinarîkên wê ve berdan jêr û heta ji lema wê de ketin xwarê. Dema me li dorana xwe nêrî me dît ku gundî û cîran hemû li derdora malê û li nêzî mala Gulîzar Xanimê, li ber derî û pencereyan û li ber binê dîwaran bi baldarî Meryem Xanê guhdarî dikin. Ez tam nizanim lê ez dibêjim qey Meryem Xan ji kerboranê ye.”

Di pirtûka Hurşît Baran Mendeş a li ser jiyana Meryem Xanê nivîsî de li gund û bajarên li herêma Botanê bi gelek kesên xizm û ji malbata wê re hevpeyvîn kiriye û di van hevpeyvînan de xizm û lêzimên Meryem Xanê gotine heta demek nêzîk jî me ji ber dengbêjiya Meryem Xanê şerm dikir û me li xwe nedigirt em bêjin ew lêzim û ji malbata me ye. Ji ber ku di civaka me de dengbêjiya jinan şerm dihat dîtîn. Lê belê piştî salên 1990’î şûnde em bi dengbêjiya wê keyfxwewş û serbilind bûn. Me nirxê wê dereng fêm kir.

Vê hunermenda jin di dilê kurdên li her çar aliyên cîhanê de navê xwe bi hunera xwe ya bêhempa bi tîpên zêrîn nivîsî û xwe nemir kir. Ew di sala 1949’an de li Bexdayê çû ser dilovaniya xwe. Di derbarê koça wê ya dawî de Elmas Xan (li gorî hin çavkaniyan Elmas Xan keçmam wê ye, lê li gorî lêkolîn û zanyariyên di deste me de ew ne lêzimên hev in. Tenê em dizanin ku Elmas Xan jî ji Dêrgulê ye yanî ji Botanê ye) wiha dibêje: ’’Di sala 1949’an de Meryem xan bi êşa gurçikan re rû bi rû ma û li Nexweşxana Mîr Îlyas hate razandin û hat emeliyatkirin. Lê belê bijîşkan jê re çare nedîtin. Di wê nexweşxanê de bi tena serê xwe û ji hemû hezkiriyên xwe dûr wefat kir. Elmas Xan dibêje:’’Di wan salan de Meryem Xan pir xemgîn bû. Tenê bû. Nedixwest ku tu kes bê cem wê. Bijîşkê wê jêre digot; Dev ji xemgîniyê berde. Kêfxweş be’’. Lê bes wê her tim dixwest tenê bimîne. Di nexweşxaneyê de jî her dixwest tenê bimîne. Dema ew li nexweşxaneyê razandiye rojekî di navbera wê û bijîşkekî yewnanî de nîqaşek derdikeve, bijîşk sîleyekî (şemaq) li Meryem Xanê dide û ji ber wê sîleyê kêliyên birînên wê vedibin, xwîna wê diherike û wefat dike.

Meryem Xanê bi merasîmeke mezin li Goristana Bexdayê ya bi navê Şêx Mearuf sipartin axê. Wê demê hunermendên navdar yên weke Elî Merdan, M. Arif Cizrawî, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan, Hesen Cizrawî, Mamoste Bakozî, Fewziye Mihemed û xebatkarên Radyoya Bexdayê, nivîskarên kurd û ji gel jî gelek kes beşdarî merasima heqkirina wê bûn. Meryem Xan serkêş û girîngtirîn jina kurd a dengbêj û binavûdeng bû. Bi temenê xwe yê biçûk ji bo dengbêjiyê bike serî li hemberî feodalî û kevneşopiyên paşverû hildabû û heta dawiya temenê xwe ev têkoşîna xwe domand. Wê bi stran û hunera xwe xezîneyek mezin ji bo nifşên nû li paş xwe hişt û ligel kul derd û hesreta welat hê ciwan li xerîbiyê ji nav me bar kir û çû ebediyetê.

Meryem Xanê gelek ji strana xwe ya bi navê “Domam”ê hez dikir. Ew stran wê bi xwe çêkiribû, yanî gotin û awazên stranê aîdê wê bi xwe bû. Em ê li jêr vê strana giranbiha binivîsin.

DOMAM

 

Wele domam wele domam

Ax wele domam wele domam

Dibê kulîlka li hemî zoman

Lêlê domam

Dibê heçî derdê evînekê dîtî

Ay ji min û domama min

Neke gazin û loman

Ax domam domam

Ax zerî kubarê ez bi xulamê

Wele domam

Ava şetê me şerbet e

Wele domam ava şetê me şerbet e

Pêla navîn li hev dikete

Lêlê domam dîn e

Evîneka xelkê alemê edet bû

Lêlê ya min û domam min

Li Cizîra bota bûye qebhet e

Ay de domam domam domam

Ay zerî kubarê ez bi xulamê

 

Wele domam ava şetê me heşîn e

Pêla nava har û dîn e

Lêlê ez ê werim ji mamê xwe bixwazim

Lêlê bi xwedê heger mamê min

Ez ê çepilê domama xwe bigirim birevînim

Ser Çînê xanekê re biqulibînim

Wele de domam domam domam

Zerî kubarê ez bi xulamê

Wele domam domam

Navê domama min Gulsin e

Tavê heyvê derketî avêtiye Cizîra bota ser û bin e

 

Ez ê werim domama xwe ji mamê xwe bixwazim

Lêlê Xwedê heger mamê min domama min nede min

Ez ê bêjim bi Xwedê mamo tu qatilê serê min î

Ay de domamê domamê domamê

Zerî kubarê ez bi xulamê

Bejna domamê jî mîna şera

Belkî çiyayê Şengalê êzidî ye

Domam dizanin navê domama minê çi ye

 

Bejna domamê zirav e

Mîna şerabekî li çiyayê Şengalê êzidî ye

Wele domam wele domam wele domam

Ax wele domam

Dibê kulîlka li hemî zoman

Lêlê domam dibê heçî evînekê dîtî

Ay ji min û domama min nekî çi gazind û loman

Ax de domam domam domamê

Ax zerî kubarê ez bi xulamê

Meryem Xanê bi gelek awayan stran stiraye: lawik, pahîzok, bêlîte, zêmar û bi awayê rîtmîk: Ji stranên ku xwendine (strane) çend heban em ê li jêr binvîsim.

20 Stranên ku Meryem Xanê Stirane

  • Bavê Koroxlî
  • Êlî Delal
  • Êmo ( bi Seîd Axayê Cizîrî û Elmas Xanê re )
  • Gewra min tunîne (wê nivîsiye)
  • Girê sîra bi sîr e 
  • Gulşênî
  • Hay berde berde
  • Hesenê Osman
  • Heyla li min xerîbê
  • Lê Lê Weso
  • Lê lê Yadê Rebenê (wê nivîsîye)
  • Helîmcanê
  • Meyremê
  • Mihemed Selîm Zavakî Taze
  • Mihemedo Ronî (wê nivîsiye)
  • Qumrîkê (ji bo Elmas Xanê gotiye) (wê nivîsiye)
  • Sêvê û Hecî Elî
  • Siwarê Me Siwar Bîne
  • Wele Domam
  • Ya li Bin Biyê


Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !