Jiyana dengbêj Meryem Xan

Meryem Xan yekemîn jina kurd e ku bi zaravaya kurmanciya bakur stran li ser qewanan tomar kirine. Cihê jidayikbûna we nediyar e. Li gor riwayetekî di sala 1904’an li Dêrgola Botanê ser Şirnexê û li gor agahîyên din li gûndê Çêlika Evdilkerîmê Elîye Remo e giredayî Kerborane hatiye dinê (Bakurê Kurdistanê). Meryem Xan ji bo hunera kurdî zehmetekî gelek mezin kişandiye. Ji bona wê jî nav û hunera wê heya roja îro jî tên hezkirin.Meryem Xan sala 1949’an li bajarê Bexdayê di nava xeribî û êşên mezin de çu rehmetê.

loading…


Meryem Xan û civata kurdî

Di demekê de ku di civaka Kurdî de bi şerm dihat dîtin ku jin bibin dengbêj yan muzîkvan û piraniya dengbêjên kurdan zilam bûn, Meryem Xan (1904-1949) xwe da bayê hunera kurdî û ji ber vê yekê gelek zehmetî kişandin. Meryem Xan di nav kurdan de weke yekemîn stranbêja jin tê naskirin.

Stran

  • Girê Sîra
  • Ha Wer Delal
  • Helîm: https://www.youtube.com/watch?v=tHaxWQisrUw
  • Weyla li min xerîbê: https://www.youtube.com/watch?v=YujSZaSRMO8
  • Lorke lorke
  • Gulê wey nar wey narê
  • Hey berde berde
  • Lê lê weso
  • Gul şênî şênî
  • Miḧemedê romî
  • Lê lê êmo
  • Lê dayê
  • Lê lê siwaro
  • Ey delal

Çavkanî

Şablon:Meryem Xan dîyalekta herema Torê bi kar tîne û kiteba Huseyîn Demîrer a bi navê Ha Wer Delal jî îdiayên cihê dayikbuna wê go li Çêlik xurt dike.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !