Nîhat Öner
Mezinên eşîra Redkî dibêjin ew 600, 700 sal berîya vê, li gundê Têxûtê (Balotu) bûne. Têxût gundekî ser bi Kopa Mûşê ye. Dibêjin ji ber nexwaşîya Kulla Mûşê piranîya eşîrê dimire. Yên mayî gund diterikînin, beşek diçe derdora Wanê, beşek jî diçe derdora Îdir û Rewanê. Kulla Mûşê nexwaşîyeke çawan e, çawa derketîye? Em hinekî qala wê bikin:
Nêzîkî Dêrxas a navçeya Mûşê, Çîyayên Avzûtê destpê dikin. Di dawîya Çîyayên Avzûtê, zozanê Kurtikê hene. Li wir, Çîyayê Kurtikê heye. Dibêjin wan deman li Çîyayê Kurtikê şerê cinan bi hev ra dibe. Di dinyayê da çiqas cin hene, temam têne şerê li Çîyayê Kurtikê. Şerê wan bi qasî 150 salan dewam dike. Bi hezaran, bi milyonan cin hevudu dikujin. Cinyazeyên wan bi salan li wan rast û bestan dimînin, ji ber bêhna cinyazeyan û cinyazeyên pûçbûyî nexwaşî destpê dike. Ji wê nexwaşîyê ra “Kulla Mûşê” dibêjin. Bêhna diçe kuderê, Kulla Mûşê jî diçe wê derê. Kulla Mûşê wê demê ji sînorên Mûşê derbas dibe, û li gelek cihan belav dibe. Lewma pêşîyan gotîye “Kulla Mûşê û Helebê, li her derî heye”.
Di nava eşîra Redkî da di derheqê Kulla Mûşê da gelek efsane hene. Yek ji wan jî: di navbera Qulpa Îdirê û Qaqizmana navçeya Qersê da çîyayek heye, jê ra dibêjin “Tûjikê Mihê Silêmîn”. Mihê Silêmîn, ji eşîra Redkî bavikê Torina Malbatê ye. Zarokên wî, herî kêm li bîst gundan belav bûne.
Mihê Silêmîn li gundê Têxûtê bûye. Ji ber nexwaşîya Kulla Mûşê, gelek xizmên wî, jina wî û zarokên wî dimirin. Rojekê Mihê Silêmîn di xew da ye, xewnekê dibîne; ya rastî nîv xewn, nîv rast bûye. Çavên wî di xewê da, guhên wî di guhdarîyê da bûne. Mihê Silêmîn dibîne du hebên kulikê serê wan tûj ketine hundir, yekî got:
“Emê lêxin bira bi zîpika biharê ra were.”
Yê din jî dibêje:
“Me jin û zarokên wî, eşîra wî tex kuşt, koka wan qeland. Vir şûnda bira mala xwe hilde here Gelîyê Zîla, di qedera wî da Şabegî qîza Hecî Mihemedê Hecîdêrî heye. Bila here wê bibîne.”
Vê carê gazî dikinê, dibêjin:
“Mihê Axa, her tu hişyar î bibîze, heger tu razayî bila were xewna te. Sibê mîheke te dê bizê, di du heb berxên spî û çavreş bîne. Yekî berdestîyê malê ra, yekî jî şivanê malê ra dirûf bike. Bila ew jî bibe sedeqa serê te. Madem me milletê te, merivên te tev kuşt, tu mayî, bila ew jî bibe sedeqa serê te.”
Mihê Silêmîn serê sibehê radibe, mêze dike heqet jî mîhek za ye, du heb berxên spî û çavreş anîye. Wan çawa gotibe, wusa dike û mala xwe, pezê xwe hildide berê xwe dide Gelîyê Zîla. Diçe dinêhêre li wir konek heye, komek meriv hene. Ew jî merivên xwe, pezên xwe li wir dihêle. Diçe dinêhêre du qîz li ser kanîyê avê dikişînin, keçikekê ra dibêje:
“Eva konê kî ye, tu qîza kî yî?”
Keçik dibêje:
“Eva konê Hecî Mihemedê Hecîdêrî ye, ez jî qîza wî, Şabegî me.”
Mihê Silêmîn diçe cem mala bavê keçikê, ji wan ra xewna xqe dibêje. Ew jî Şabegîyê didine wî. Ew jî ji wir ra diçine nava eşîra xwe, derdora Îdir û Rewanê. Ji Şabegîyê çar kur, Îsmaîl, Biro, Hemze (Kalê) û Evle dibin û silsileta wan li gelek bajar û gundan belav dibe. Mihê Silêmîn bavê yanzdehan ê wan e. Ango yanzdeh nifş berê jîyaye.
Gotox:
1: Ömer Gülün, ji Mûş, Milazgir gundê Bizirxane (ji Bazîdê gundê Korimê çûne wir). Jidaîkbûn 1964, 12.01.2019
2: Hesen Güngör, ji Mûş, Kop gundê Koxakê (Ji Rewanê gundê Şamîranê çûne wir) ye. Ji dayîkbûn 1948, 25.06.2020
3: serok şaredarê berê yê navçeya Qereçan a Erziromê Haci Fettullah Ersoy (Hecî Feto), 06.09.2017, ji dayîkbûn ?, mirin 09.08.2018
BERNAMEGEH