Li Giyadîna Agiriyê Teqîn: 4 Birîndar û Miriyek

Li Giyadîna Agiriyê di malekê de, zarokên tişta ku li Çiyayê Tendurekê dîtin anîbûn malê teqiya. Di bûyera teqînê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Di serê sibehê de li maleke ya li çoltera Çobanê ya gundê Hecî Xalît a navçeya Giyadîna Agiriyê teqînek pêk hat. Di encama teqînê de, Mehmet Turan ê 50 salî mir û zarok jî di nav de 4 kes birîndar bûn, ku rewşa yek jê giran e. 

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê û li wir tên dermankirin. Tîmên cendirmeyan ku piştî teqînê hatin cihê bûyerê, li malê lêkolîn kirin. 

Li gorî agahiyên herêmî yên piştrastnekirî kesên ku di mala wan de teqîn çêbûye hatine girtin.

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !