Komara Agiriyê yan Komara Araratê yan jî Komara Yekem yek ji dewletên Kurd ên dîrokî ye. Di pêvajoya Serhildana Agiriyê de ji aliyê tevgera Kurd ve hatiye îlankirin.
Gelê Kurd piştî têkçûyîna Osmanî wekî gelên din li azadiya xwe digere. Gorî peymana Sevrê mafê Kurd û Ermeniyan ên dewletbûnê ji aliyê Osmaniyan ve hatibû pejirandin. Lê di praktîkê de Tirkan nedixwastin Kurd bibin xwedî dewlet û ji bo wê jî çi ji destê wan bihata dikirin.
Bi şikestina tevgera di bin pêşengiya Şêx Seîd re, navenda doza azadiya Kurdistanê bû Agirî. Serokê Kurd Îhsan Nûrî Paşa tevger û şereke nûjen dida û roj bi roj Kurd berî bi serkeftinê dibûn. Tê zanîn rêxistina Xoybûnê serhildan birêvedibir. Xoybûn îlankirina Komara Agiriyê (li Ewropa Komara Araratê dihate binavkirin û pirranî wisa tê zanîn) bi fermî kir. Komar dê sazûmaniyeke demokratîk avabikira û Kurd û Ermenî di nava dostanî û têkildariyê de bijiyan.
Biroyê Heskî Têlî (Îbrahîm Heskî) bû serokê birêvebiriya avakirina hikûmetê û karên sîvîl. Herwekî Temir Axa wekî serokê artêşê û berpirsiyarê birêvebiriya avakirina karên leşkerî hate peywirdarkirin.
Bi alîkariya YKSS, Brîtanya û Îranê hêza Kurdan hate şikestin û serhildan têkçû. Lê heya sala 1931’î ala Komara Agiriyê her dihate pêldan.
Xebatên Xoybûnê
Di vê navbêrê de di encama xebatên ronakbîrên kurd ên bi rêxistinkirinê yên ku di rêxistinên kurdande xebatkirine, li beldeya Bihamdum ya Libnanê Kongreya Serbixwe ya Xoybûnê hate lidarxistin û vê Kongreyê li gel hemu rêxistinên kurd, serekeşîrên mûxalîf ên li Kurdistanê jî anîbû cem hev. Li hemberî banga hukumetê ya “efuya giştî” Xoybunê li her deverê belavok belavkirin û bang li eşîretan kir ku bi gotinên efuyê neyên xapandin.
Di vê navbêrê de Îhsan Nûrî Paşa di ser Îranê re derbasî cîhê ku eşîreta celaliyan rabû ser pêyan, yanî derbasî Agiriyê bû. Îhsan Nûrî Paşa, li vê derê serekeşîrên ku rabûne serhildanê, di nava tevgereke çekdarî de bi rêxistin kir.
Piştî ku berxwedana Agiriyê ji aliyê hêzên artêşa Komara Tirk ve hatin temirandin, di rojnameyên wê demê de qarîqatorekî qerfî hatibû weşandin û tê de li ser goristanekê wiha hatibû nivîsîn: “Kurdistana Xeyalî li vê derê veşartiye…”. Dixwestin bibêjin ku êdî pirsgirêka kurdî hatiye betonkirin.
Çavkanî
- ↑ Wadie Jwaideh, The Kurdish national movement: its origins and development, Syracuse University Press, 2006, ISBN 978-0-8156-3093-7, p. 211.
- ↑ Celal Sayan, La construction de l’état national turc et le mouvement national kurde, 1918-1938, Presses universitaires du septentrion, 2002, p. 649.