Şewata daristanê ya ku li navçeya Hozatê ya Dêrsimê derketibû, ev 12 roj in nayê vemirandin. Derbarê şewata daristana Dêrsimê de, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem İmamoğlu got, “Geliyê Munzur û daristanên me yên li vê herêmê ji aliyê dewlemendiya biyolojîk a welatê me ve pir hêja ne. Wekî Şaredariya Mezin, em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin. “
Şewata daristanê ya ku bi operasyona leşkerî ya di 17’ê Tebaxê de li gundên Danzî, Kurukaymak û Gundê Koçerî yên navçeya Hozatê ya Dersimê destpê kiribû, duh li gundê Uzunçeşme belav bûbû, ev 12 roj in nehatiye vemirandin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem İmamoğlu li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê şewata daristanê ya li Dêrsimê de daxuyaniyek da û got, “Pir xemgîn e ku şewata daristanê ya li Dersimê hîn jî nehatiye kontrolkirin. Geliyê Munzur û daristanên me yên li vê herêmê ji hêla dewlemendiya biyolojîk a welatê me ve pir dewlemend in. Wekî Şaredariya Bajarê Mezin, em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin. Daxwaza me ya herî mezin ev e ku agir zûtirîn were vemirandin.