Manîfestoya Komunîstî

Manîfestoya Komunîstî, ew manîfestoya ko ji hêla Karl Marx û Friedrich Engels di sala 1847’an de li Londonê bi daxwaza yekîtiya Komunîstan re hatibû nivisîn. Ew di 1848’an di dema Şoreşa Şibatê de li London û Fransayê dema Şoreşê Adarê jî li welatên din belav bû.

Bingehên program û lênêrîna jiyanêyê Marx û Engelsê ko paşê bi gelemperî wek Marksîzm hat zanîn di vê manîfestoyê de hatibû rave kirin. Di rûpela destpêkê manîfestoyê de navê Marx û Engels tev şûn digirin. Lê di 1883’an de di pêşgota çapa Elmanî de Engels wiha dinivise: “Fikrên bingehên ko di manîfesto de serwer ditînî… bitenê û bitûnî eyda Marx in.”

Çapa Manîfestoya pêşinê ko bi rengekî keska tîr, di 1848’an li Londonê hatibû çap kirin. Ew çapa bi zimanê almanî bû. Wergera wêyê îngîlîzî ji hêla Helen MacFarlane di 1850’î de hat kirin. Ew navbera 1872’an de heta 1893’an bi pêşgotinên cida yên ko hin zimanên din hat çap kirin: Di 1871’an de bi fikrên Marx û Engels ên li ser Komûna Parîsê, di 1882’an de bi pêşgotinekê ji nû ve bi rûsî, bi Marx di 1883’an de mir re jî, 1890’an de bi pêşgotinên Engels almanî, 1892’an de bi zimanê polonî, 1893’an de jî bi îtalyanî hat çap kirin.

Manîfesto bi peyvên ko komunîzmê dişibîne şevreşkekê dest pê dike „Şevreşkek li Ewropayê digerê – Şevreşka Komunîzmê. Hêzên Ewropayê kevin bo ko vê şevreşkê def bikin hevlabendîyekê pîroz pêkanîn: Papa û çar, Metternich û Guizot, radîkalên fransî û ajanên polîsê almanê…”

Ew bi bangê navdar jî xelas dibe: „Prolêterên hemû welatan, yekbin!“.

Ew manîfestoya 30 rûpelan ji çar beşan pêk tê.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !