Mao Zedong

Mao Zedong Kî Ye

Mao Zedong an jî Mao Tse-tung  (z. 26ê kanûna pêşîn a 1893an li Shaoshan; m. 9ê îlona 1976an  li Pekîn) damezrênerê Komara Gel a Çîn, rêberê dibistana sosyalîst a Maoîzmê ye.

Li parêzgeha Hunan di malbateke cotkar de ji dayîk bûye. Di zaroktiya xwe de perwerdeya olî dîtiye. Di ciwaniya xwe de di nava hêzên li dijî keyser de cihgirtiye. Piştî perwerdeya amadeyî li bajarê Pekînê di pirtûkxaneyekê de kar dibîne. Pirtûkxane dibe sedem ku Mao gelek bixwîne û bi kesayetiyên navdar ên sosyalîst re têkiliyan dayne. Herwekî Mao amadekariya şoreşekê çekdarî dike.

Di sala 1928î de êdî Mao dibe xwedî hêzeke xurt û bi deh hezaran partîzanan. Bi meşeke dirêj a bi deh hezaran kîlometre lidardixe û ev meşa han di dîrokê de bi navê “Meşa dirêj” cihdigire. Mao di şoreşê de biserdikeve û sazûmaniyeke sosyalîst dadimezirîne. Di nava salên 1956 – 1957î de bi navê “Tevgera sed kulîlkê” tevgereke pirralî organîze û li tevahiya welêt belav dike.

Mao xwe nade bin siya YKSSê û îdeologiya Stalîn. Ew bi navê “Pirtûka Sor” nêrînên xwe wekî manîfestoyek diweşîne. Nêrînên wî li gelek welatan alîgiran peyda dike û hêj jî hêz û rêxistinên ku bi di rêça wî de dimeşin hene.

Mao berevajiyê Stalîn, berê şoreşa sosyalîst ji beyaran berî bi bajaran dibîne. Ew bêtir qîmetê dide hêza gundiyan. Dema Mao li Çînê şoreşê bi ser dixe bi navê “Şoreşa çandî” programeke pirralî dike jiyanê. Ev program her çendî gelek alîgiran peyda dike jî, gelek jî rexne dikin.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !