Lokman Polat
Min derbarê Kobanî de 4 romanên kurdî xwendin. Yek, romana Jan Dost, du, romana Mizgîn Ronak, sê, romana Medenî Ferho û a çaran jî romana Helîm Yûsiv e. Kobanî navçeyeke ku di dîroka kurd û Kurdistanê de cihê xwe ê bi rûmet girtiye.
Romana Jan Dost a bi navê ”Kobanî” di nav weşanên ”Dara” de li Amedê/Diyarbekirê derketiye û 408 rûpel e. Min berê jî çend romanên Jan Dost ên din xwendibû û min derbarê romana wî a bi navê ”Mîrname” de gotarek jî nivîsîbû, ew nivîsa min di malpera ”Kulturname” de û di pirtûka min a bi navê ”Pêncî Romanên Kurdî” de li Stenbolê derketibû, ango hatibû weşandinê. Min digel ”Mîrname” romana wî ên bi navê ”Sê gav û sê darek” , ”Mijabad” û ”Martînê Bextewer” jî xwendibû. Min ”Pîrewergêr” jî kiriye û ji bo xwendinê xistiye dorê.
Li gor bîr û raya min, Jan Dost kurdekî netenê nivîskar e, ew herweha rewşenbîr/ronakbîr e jî. Her nivîskar rewşenbîr nîn e û her rewşenbîr jî nivîskar nîn e. Ez gelek nivîskarên kurd nas dikim ku ew nivîskarin lêbelê rewşenbîr nîn in. Jan Dost van herdu xisûsiyetan di xwe de rapêçaye.
Bi her awayî, bi teferuat/berferehî qalkirina romaneke 408 rûpel hêsan nîn e. Bi şêweyeke befireh rave kirin. dikare gotarê gelek dirêj bike. Lewre jî heta karibim ez ê nivîsa xwe kin û kurt binivîsim. Ez ê bala xwendevanan bidime ser taybetmendiyên girîng û bal bikşînim ser hinek xalên girîng ên ku di romanê de ne. Mexsed ev e ku; bila bala xwendevanan bikşînim ku ew jî romanê bikirin û bixwînin. Belê, xwendevanên kurd ên ezîz min romanê xwend, hûn jî bixwînin.
Profesor Akeel Almarai / Mamosteyê Ziman û Wêjeya Erebî yê Zanîngeha Sienayê ya li Îtalyayê ji bo romanê pêşgotineke hêja nivîsiye. Ew weha dibêje : “Dema mirov vê destana Jan Dost ango Kobaniyê dixwîne, heta ku bi dawî neke, nikare dev jê berde. Dibe ku heta xwendina vê berhemê neqede xewa mirov jî neyê. Min ji nivîskar xwest ku rehmê li karekterên xwe û li xwendevanên xwe bike. Lê xwesteka min bi cih nebû. Ev roman mirov şaş û metel dike, dihêle ku mirov bi awayekî kûr bifikire.
Ev roman, bi rastî jî destan e û mîna tabloyeke antropolojîk e. Gava ku mirov dixwîne nikare sinorê xeyal û realîteyê ji hev derxe. Roman mirov ji astekê dibe asteke din, mirin û jiyanê bi awayekî ecêb dixe nava hev û firsendê nade ku mirov bêhna xwe berde.” (Binêrin pêşgotin, rûpel: 8.)
Di destpêka romanê de tê gotin ku; ”Diyalogên di romanê de, pirranî bi devoka Kobaniyê ne.” Peyvên ne kurdî ên herweke tirkî, arebî ku di devoka Kobanî de hene, ji alî gel ve tê bikaranîn, tê gotin. Bala min kişand di axaftina hinek kes û fîgurên ku di romanê de ne, di diyalogên wan de bi piranî peyvên tirkî bikar tînin. Min digot belkî peyvên arebî zêde bin lê na, ên tirkî hîn pirtir in. Dema min diyalogan dixwendin diyalogên di romanên nivîskarê tirk Fakîr Baykurt de dihat bîra min. Wî jî diyalogên romanên xwe bi devê gel, gundiyan didane gotin. Devoka tirkiya wan jî devoka di nav xelkê de, devoka gundiyan bû. Wî bi devê kesên ku di romanê de ne didane gotin. Di diyalogên romanên wî de ne li gor qaîdeyên rêzimanê, li gorê ku xelk çawan dipeyive weha bû.
Ev jî şêweyeke serketî a afirandina romanê bû. Ev cure berhem afirandin, bi vî şêweyê ravekirina diyalogan di nav edebiyata cîhanê de heye û ev jî şêweyeke afirîneriyê, afirandinê ye. Di wêjeya kurdî de jî hebûna wê dewlemendiye. Birêz Jan Dost bi vê şêweyê bi afirandina berhema xwe edebiyata kurdî dewlemend kiriye, romana kurdî kemilandiye, pêşve xistiye.
Romannivîserê hêja Jan Dost wek nivîskar, vebêj û bi navê xwe î nivîskariyê wek lehengekî romanê û herweha wek vebêjê romanê di nav rûpelên romanê de cih digre. Ew qala tiştan dike, vebêjiyê dike, xewn û xeyalên xwe, serpêhatî û serboriyên xwe rave dike.
Li gorê ku nivîskar/vebêj qal dike, ew ango malbata wî bi eslê xwe kurdên Serhedê ne, ji bajarê Qarsê ne. Di dema şerê Osmanî û Rusan de ji wir koç kirine hatine bajarê Elazîzê û piştî têkçûna serîhildana Şêx Saîd Efendî kalê wî derbasê bin xetê bûye, li Kobanî bi cih û war bûye.
Vebêj di xewa xwe de diçe Kobanî û ji xwendevanan re behsa Kobaniyê, qala malbata xwe û bîranînên xwe ên dema çûyî rave dike. Ew di romanê de panorama rojavayê Kurdistanê, rewşa wir, zilm û zordariya rejima desthilatdariya partiya Baasê û herweha behsa desthilatdariya partiya ku di navê xwe ê siyasî û leşkerî de peyva kurd û Kurdistanê bikar neaniye û navê rojavayê Kurdistanê li gor xwe bi zagona fermî kiriye ”Rojhilat û bakurê Suriyê”, ji alî çekdarên asayişa PYDê gulebarana kurdên ku ala Kurdistanê bilind kirine û xwepêşandan pêk anîne di nav rûpelên romanê de rave dike.
Çawa ku Balzac rastiya Fransayê û civaka fransî di berhemên xwe ên edebî de dihunand û pêşkêşê xwendevanan dikir, Balzacê kurd Jan Dost jî heman tişt dike. Gotina Balzacê kurd Jan Dost aîdê min nîn e. Ev gotin ango şibandin aîdê Profesor Akeel Almarai / Mamosteyê Ziman û Wêjeya Erebî yê Zanîngeha Sienayê ya li Îtalyayê ye. Ew dibêje Jan Dost Balzacê kurdan e. Di sergotara ”Balzacê Romana Kurdî Jan Dost” de Profesor Akeel Almarai dibêje : ”Derdekî Jan Dost ê netewî û projeyeke wî ya mirovahiyê heye. Ew, dîroka civaka kurdî ji hundir de dinivîsîne. Projeya wî ya mezin, projeyên giregirên romanê yên mîna Balzac û Necîb Mahfuz û romannivîsên cîhanî yên ku civaka xwe bi awayekî hûrgilî raxistine ber me tîne bîra mirov. Gelo êdî em dikarin bibêjin ku Jan Dost Balzacê romana kurdî ye.” (Binêr rûpel 8.)
Westayê teoriya sosyal civakî Fredrîk Engels ji bo edebiyatvan Balzac dibêje “Ez tiştên ku ji Balzac fêr bûm, ji dîrokzanên profesyonel, ji îstatîkvan û ekonomîstan pirtir bû.”
Bi bîr û raya min jî, zanîstiya ku edebiyatvan pêşkêşê xwendevanan dike, di nav civakê de zû belav dibe û li ser civakê tesîr dike. Dı derbarê civaka kurd a rojavayê Kurdistanê de, di derheqê dîktatorê dewleta Suriyê de û derbarê tirsa civakî û kesayetî de tiştên ku mirov ji berhemên Helîm Yûsîv û Jan Dost fêr dibe, eynê wek ku Engels dibêjê ye. Di romanên wan de bi taybetî derûniya/psîkolojiya tirsê û rewşa gelêrî/civakî bi zelalî tê rave kirin..
Di xwendina romanê de mirov nivîskar, malbata wî, hezkirina bavê wî a ji diya wî, kuçe û kolanên Kobaniyê, Kobaniyan, Lewendê jîr û çalak û gorîstana Kobaniyê dinase. Vebêj projektora xwe li ser qabrê/mezelan digerîne û bi xwendevanan dide nasandin. Ew bi şêweyeke hunerî rave dike, dema mirov dixwîne tê de tehm û lezeta berhemeke wêjeyî/edebî dibîne û her weke ku Joyce behsa Dublînê dike, ew jî bi hunerî behsa Kobanî dike.
Di nav romanên kurdî yên serketî de yek ji romana serketî jî romana Jan Dost a bi navê ”Kobanî” ye. Helbet romanên wî ên din jî her yek li gor xwe romanên serketî ne. Lê, li gorî min romana wî a herî serketî “Kobanî” ye. Hemû romanên wî ji gelek romanên tirk, arab, fars û ewropiyan serketîtir e. Ew kesên xwedî derûniya xwebiçûkbûnê ne ku dibêjin “romana kurdî tune” bila romanên Jan Dost bixwînin û şerm bikin.
Du romannivîserên kurd, Jan Dost û Helîm Yusiv li bakurê Kurdistanê bûne navdar, xwendevanên wan gelek in, pirtûkên wan baş têne firotin, romanên wan li tirkî, arabî û farisî hatine wergerandin. Herdu romannivîserên hêja jî ji rojavayê Kurdistanê ne ku niha navê wir ji alî xwedî alên parastvanên “demokratîk cumhurîyet”ê bi fermî bûye “rojhilat û bakurê Suriyê.”
Min berê jî di gotarek xwe de gotibû, niha dubare dikim, jiyan, serpêhatî û serboriya malbata her kurdekî dikare bibe roman. Mirov vê rastiyê di romana Kobaniyê de di malbata Hecî Mislîm de dibîne. Tiştên ku hatine serê nivîskar, bavê wî, kalê wî, malbata wî, bi kurtî serborî û serpêhatiyên malbata wî bûye romaneke qerase, romaneke bi hunerî û serketî.
Di romanê de romannivîser bal dikşîne ser mijara dema yek dimre jina wî bi birayê wî re mar dikin, dizewicînin. Ew adet, tore û tradisyoneke kevnare ye, nebaş e, gelek xirab e ku hêj jî di nav civaka kurd de tê pêkanîn. Û herweha gelek bûyerên jînenîgariya gelek malbatan di romanê de têne rave kirin.
Vebêj/nivîskar bi devê keça Hecî Mislîm Xetîceyê tiştên ku hatine serê wê û malbata wê, drama ku kurdên rojava jiyane, koçberî, di deryayê de xeniqandina mêr, jin û zarokan, serpêhatiyên wê, bi devê wê ji doktorekî derûnî/pskîkolog re dide qalkirin.
Di şerê navxweyî ê li Suriyê de ji araban bêtir kurdan zirar dît, kurd hatin kuştin, şerên giran li ser axa kurdan, di gund, navçe û bajarên kurdan de pêk hat. Kurd koçber bûn. Kurdên rojava di nav êrişên dewleta tirk, dewleta Suriyê a Baasê û îşîda/daîşa hov de man. Cih bi cih jî ji ber siyaseta şaş a desthilatdariya hêza parastvanên ”ekolojîk, demokratîk, modernîte”ya îdeolojiya marjînal, gelê kurd zirarê dît, zilmê dît, şkence dît, kurd bi destê kurd hate kuştin. Dema min romana Kobanî dixwend û vê gotarê dinivîsî, li Qamuşliyê xortekî kurd ji alî
Asayişa desthilatdariya “parastvanên pradîgma modernîteya demokratîk, ekolojîk, cinsiyet/zayendî û azadî ” ve hatibû girtin. Çekdarên hêza ekolojîk, demokratîk modernîteya desthilatdariya partiya bênav û bênasnameya kurd û Kurdistanê, ango asayişa desthilatdariya “rojhilat û bakurê Suriyê” bi vî xortê kurd şkence kiribû û ew bi şkencê kuştibû.
Di romanê de rexneyên di cî de û bi heq li kurdên bajarê Urfa û Antebê tê girtin. Ev bajaran di destê fransiyan de bû. Desthilatdariya tirkan li wir tunebû. Kurdên wir li hemberê fransiyan têkoşiyan, şer kirin û wan ji wir kirin derve û bajarên xwe xistin bin destên dewleta tirkan. Li başurê Kurdistanê jî weha bû. Min jî di romana xwe a bi navê ”Fîlozor – Katibê Şêx Saîd” de rexne li Şêx Mahmûd Berzencî girtibû. Wî jî bi fîtkirina M. Kemal li hemberê Îngilîzan şer kiribû. M. Kemal jê re name şiyandibû û gotibû; ”Em birayên hev ên misilmanin. Ingilîz gawirin, li dijê wan şer bikin.” Areban bi ingilîz û fransiyan re hevkarî çêkirin û bûn xwedî dewletan. Kurd li ser navê misilmaniyê bûn duvika tirkan û ji dewletbûnê bêpar man.
Di romanê de drama û trajediya kurdên rojava bi awayê hunerî, di nav cîhana romanê de tê rave kirin. Tiştên ku têne serê kurdên rojava dil û kezeba mirov dişewitîne. Xatîce, mêrê wê û kurê wê Dara bi 70 koçberên kurd, arab û afganan li keştiyêke biçûk siwar dibin ku derbasê giravek Greklandê/Yunanîstanê bibin. Wan bi simsarê bazirganê mirovan re lihev kirine, simsar bi pereyek pir biha, bi qaçaxî wan li keştiya biçûk siwar dike û dişîne nav bahrê/deryayê. Êdî ew û şansê xwe. Yan dê keştî biqelibe û ew di nav avê de bixeniqin yan jî dê xilas bibin. Keştiya ku Xatîce, mêrê wê û kurê wê Dara siwar dibin, di nav deryayê de diqelibe. Mêrê wê û kurê wê dixeniqin, gelekên din jî dixeniqin, Xatîce û çend kesên din ji alî keştiyek grekî ve têne xilas kirin. Piştî vê bûyera trajîk, derûniya Xatîceyê xirab dibe. Ew ji bijîjkê/doktorê psîkolog re serboriya xwe, bûyera ku hatiye serê wê û malbata wê qal dike. Û ew rojeke diçe ser pira çemê nav bajêr, ji nav ava çem dengê kurê wê tê pê, kurik bangê wê dike û ew xwe ji ser pirê diavêje nav çem.
Piştî xwekuştina keça Hecî Mislîm, vêca kurê wî ji alî Daîşê ve tê girtin û serê wî jêdikin. Dema mirov aşiq/evîndar be û dûrê evîndara xwe be, ji bo xwe bigihîne wê, here cem, li pey rêveçûna wê mirin jî hebe diçe. Bajarê Raqa dikeve bindestê Daîşê. Evîndara Baran jî li Raqayê ye. Baran li minîbusê siwar dibe ku here cem evîndara xwe, di rê de çekdarên Daîşê wî digrin û serê wî jêdikin. Daîşa hov, dijminê kurdan li rojavayê Kurdistanê gelek kurd kuşt, xwîna kurdan rêt.
Kurekî Hecî Mislîm dibe gerîllayê ”pradîgma demokratîk cumhurîyeta civaka ekolojîk(!)”, kurekî wî î din dibe “Pêşmergeyê Rojê” ku li başurê Kurdistanê ne û PYD/YPG nahêle ew werine rojavayê Kurdistanê.
Û roja reş, roja xezeba êrişa Daîşa hov û wehş tê û Daîş gundên kurdan ên derdora Kobaniyê dide ber xwe, kavil dike, wêran dike, gundiyên kurd dikuje, xaniyên gundan xirab dike, dişewitîne, jin, mêr, kalepîr kî bikeve destê wan serê wan jêdike û ber bi Kobaniyê ve êrişa xwe didomîne.
Daîşa xwînxwar li Şengalê jî êrişê kurdên Êzîdî dike, gelek Êzîdiyên kurd dikuje. Kurê Hecî Mislîm ê ku bûbû Pêşmergê roj di şerê li dijê Daîşê de li Şengalê şehîd dikeve. Li Kobaniyê jî xelk/gel ji Kobaniyê direvin û diçine ber sînorê sunî ê komara Tirkiyê. Dewleta tirk deriyê sînor venake û wan nake hundir. Gel li ber sînor tî û birçî dimîne. Jina Hecî Mislîm û kurê wî Miho vedigerin Kobaniyê. Paşê Hecî û bûka wî u 2 newiyên wî derbasê wiyalînê sînor dibin û diçine Surucê. Paşê jina Hecî Mislîm û kurê wî li Kobaniyê ji alî Daîşê ve têne kuştin.
Romannivîser Jan Dost şer û berxwedana Kobaniyê bi devê keça Hecî Mislîm a 16 salî ku bûye şervanê YPGê rave dike. Nivîskar bi şêweyeke nûjen, bi teknîkek modern a hunerî romanê hunandiye û bi mentalîteya rewşenbirîya realîstiyê û bi metoda hunera ekola realîzma civakî romanê afirandiye.
Heger mirov romana Jan Dost “Kobanî” li gor ekolên edebî yên navnetewî binirxîne, ev roman tam li gorê ekola “realîzma cîvakî” ku bi tirkî jê re “Toplumsal gerçekçilik” yan jî “Sosyal realîzm” dibêjin. Di romanê de rastiya civakî heye, nivîskar Jan Dost bi xwe heye, malbata wî heye û gelek malbatên Kobaniyê ên rastîn di romanê de hene. Dram û trajediya Hecî Mislîm bi şêweyeke realîst tê rave kirin. Romannivîser di rûpelên romanê de ramanên humanîst, rastiya rewşa siyasî û civakî li rojavayê Kurdistanê û li Suriyê radixe ber çavan. Roman bi ravekirineke hunerî û edebî nakokiya civakî û bandorên wê li ser mirovan nîşan dide. Nimûneyên çêtirîn ên vê derbirînê di dîmenên mirovî yên ku ji hêla Jan Dost ve di romanê de hatine xuya kirin û bi balkêşî hatine destnîşan kirin de têne dîtin.
Romana Kobanî bi reng û nexşên siyasî hatiye hunandin. Di esasê xwe de ji xwe navê Kobanî bû navekî siyasî û sembola berxweda kurdan li hemberê êrişên Daîşa hov a xwînxwar. Hinek dibêjin; ”ma dibe roman siyasî be û li rêxistineke siyasî rexne bigre.” Hinek ji bo ku di romanê de rexne li PYDê tê girtin nerazîbûna xwe nîşan didin.
Di romanê de rexne ne tenê li PYDê herweha li Daîşê jî tê girtin. Romannivîser dikare li gor naveroka romanê rexneyên siyasî bi devê leheng û kesên di romanê de ne bide gotin, bi devê wan bîne zimên. Romannivîser bi devê vebêjê romanê jî dikare şîrove bike rexne li xwediyê alên reş ên hov û wehş û herweha rexne li hêla leşkerî û a siyasî ve rexne li xwediyên alên ”kapîtalîst modernîteya demokratîk cumhuriyet”a bênetew a biratiya gelan(!)bigre.
Nivîskarên navdar, herwekî Jean Paul Sartre, Tolstoy, Dostoyevskî, Turgenyev, Nîetzsche, Goethe û hwd, berhemên ramanî û felsefî afirandine. Wan di romanên xwe de fikr û ramanên xwe, felsefa ku diparêzin pêşkêşê civakê kirine.
Dostoyevskî di romana xwe ya bi navê “Notên Binerdê” de, dîn/ol, exlaq, polîtîka û pirsgirêkên sosyal û civakî derdixe pêş. Dîsa ew di romana “Ecinî” de felsefeya Anarşîstan minaqeşe dike. Nîkolay Çernîşevskî di romana “Çi Bikin?” de îdeolojîyeke civakî pêşkêş dike û bi hal û hareketê leheng vê îdeolojîyê diparêze. Tolstoy di berhema xwe ya bi navê “Di Taritiyê de Ronahî Çirisî” de felsefe û jiyana mirovên azad û felsefî anarşîzmê rave dike. Turgenyev, di romana xwe de felsefa Nihilîstan dinirxîne. G. Orwel li hemberê dîktatoriyê berhemeke siyasî û felsefî afirand. Gogol di berhemên xwe de rizandina civakî derdixe holê. Romannivîserê kurd jî li partî û rêxistinên siyasî rexne digre, ev jî tişteke tebiîye, normal e. Romana min a bi navê “Fîlozof – Katibê Şêx Saîd” jî romaneke ramanî, siyasî û felsefî ye û tê de rexne li partî û siyasetmedarên kurd heye. Pêwîstiya edebiyata kurdî bi romanên ramanî, siyasî û felsefî heye. Divê nivîskarên kurd romanên weha jî biafrînin.
Di nav edebiyata cîhanê de gelek romanên siyasî hene. Di nav edebiyata rusî ya klasîk û ya nûjen de li ser dema desthilatdariya Çar û paşê jî ya Stalîn hinek romanên ku naveroka wan bi giranî siyasî ne, hatin weşandin.
Di nav edebiyata cîhanê de hinek romanên siyasî hene ku bûne navdar. Ev romanên siyasî li gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Wek mînak, romana Çernîşevskî ya bi navê ”Çi Bikin?” , ya Maksîm Gorkî ”Dê” , ya A. Malraux ”Rewşa Mirovahiyê” , ya Anatole France ”Tîbûna Xwedayan” , ya Joseph Conrad ”Nostromo”, ya Jack London ”Banga Wahşetê” , ya G. Orwell ”1984” û hwd.
Nivîskarên navdar Balzac, Zola, Hugo, Flaubert, Stendhal, Keller, Storm, Gotthelft, Orwell, Kostler û hwd, di berhemên xwe de rexnegiriya siyasî û civakî pêkanîn. Berhemên wan yên edebî bûn remza ramanên siyasî û rasteqîniya civakî. Romanên wê demê rola neynika rewşa civakî ya wê demê anîn cih.
Romanên civakî û siyasî bal dikşînin ser rewşa civakî û siyasî û herweha mijarên îdeolojîk û polîtîk rave dikin û pirsgirêkên desthilatdariyê û sîstemê minaqeşe dikin. Jan Dost eynê/heman ev tiştî kiriye û romaneke hêja û giranbiha afirandiye. Wî di naveroka romanê de bûyerên siyasî û civakî qal kiriye, wî fikir û ramanên îdeolojîk û polîtîk destnîşan kiriye, wî têkiliyên siyasî bi lênêrîneke polîtîk û îdeolojîk lê bi hest û ruhê kurdayetiyê, kurdperweriyê rave kiriye û romana wî li gorê van tiştan li hevûdu hatiye hunandin.
Di romanên siyasî û îdeolojîk de hem motîfên gerdûnî û hem yên herêmî, hem remzên netewî û hem yên navnetewî hene. Di van romanan de mijarên ku wek motîv têne nîşandan, azadî, berxwedan, serhildan, mafên demokratîk, teror, ked, kedxwarî, desthilatdarî. Hêz, nakokî, nakokiyên serdest û bindestan, lêgerîna sazûmaneke nû, şer û pevçûn, otorîte, dîktatorî, antî-faşîzm, mafê mirovan, şoreş, wekhevî, bajarî, gundîtî, têkiliyên jin û mêran, tenêtî. Tirs, mirin, xwekuştin, zewac, evîn û hwd, gelek motîv têne bikaranîn. Piraniya van motifan di nav romana Jan Dost de jî cih girtine. Motîfên curbecur naveroka romana wî rengîn kiriye, dewlemend kiriye û di encamê de romaneke serketî afirandiye.
Taybetiyeke romanên siyasî û îdeolojîk jî ev e ku; di van romanan de vebêj bi giranî cih dide rexneyan û vegotinên rexneyî bi berfirehî cih digrin. Vegotinên rexneyî bi şêweya hicivî, mîzahî, komedî, parodî, îronî û hwd, têne pêşkêş kirin. Romanên siyasî bi şêweyên curbecur yên rexneyî têne xemilandin. Hinek romannivîser di romanên xwe de bi zimanekî îronîk rexneyên xwe rave dikin. Romannivîser Joseph Conrad – ku hemû romanên wî siyasî ne – bi lênerîneke siyasî, bi hizreke îdeolojîk û şoreşgerî, bi zimanekî îronîk û bi vegotineke hunera edebî rexne li cîhana dewlemendan – burjuvan- digre. Di romana Jan Dost de jî ev taybetmendî hene û bi şêweya hunera edebî hatiye bikaranîn.
Piştê van çend gotinên gelemperî em vegerin naveroka romanê. Di rojnivîskê de roj bi roj derbarê êrişa Daîşê û berxwedana şervanan de agahdarî hene. Lê çi heyf ku xwediyê rojnivîskê bi guleyên Daîşê tê kuştin, şehîd dikeve. Nivîskar/vebêj rojnivîskê bi devê Rewşenê rave kiribû. Rewşena keça Hecî Mislîm, keçika 16 salî di berxwedana Kobanî de şehîd dikeve. Jan Dost romaneke giranbiha derbarê Kobanî de nivîsiye û rastiya Kobaniyê, rastiya civaka kurd a Kobanî û herweha rastiya berxwedana Kobanî û êrişa Daîşa hov aniye zimên. Jan Dost berhemeke edebî afirandiye û wî bi vê romana xwe a hêja asta romana kurdî bilind kiriye, edebiyata kurdî dewlemend kiriye.
Leşkerên wehş ên Daîşa hov, dema êrişê Kobanî dikin, ji hevre dibêjin; “Mêr ji serbirînê re, jin jî ji ser nivînê re.” Lê, ev daxwaza wan a gemar, bêhno di qirika wan de dimîne. Kobanî ji wan re dibe qada mirinê, dibe gorîstan, dibe xefka mirinê. Ew çiqas êriş dikine, têne kuştin. Firsenda paşvekişandinê û mecala revê jî ji wan re namîne. Tevahiya cîhanê li şer û berxwedana Kobanî temaşe dikin. Tv, rojname, radyo, ajansên nûçeyan behsa şerê Kobanî dikin.
Di masmedîa cîhanê de jî hate nîşandan ku, zilm, zordarî û wahşeta ku Dîaşê li hemberê kurdan pêk anî, dijayetiya artêşên dagirkerên tirk, arab û farisan li hemberê gelê kurd, dijminahiya arabên hov ên îslamîstên siyasî di raya giştî a cîhanê de hate zanîn. Kurdên mezlûm li herçar parçeyên Kurdistanê bi êrişên dagirkeran, îslamîstên siyasî ên faşîst û hov hatin qetilkirin, hatin kuştin.
Wahşeta Daîşê a ku li hemberê gelê kurd pêk tînin di nav rûpelên romanê de tê qal kirin. Ji xwe hedefa êrişê Daîşê li rojhilat û başurê Kurdistanê kuştina gelê kurd e. Zilamên wan ên wehş û xwekûj bombe bi xwe ve dikin û diçine di nav kurdan de diteqînin, xwekûj bi xwe re bi dehan, bi sedan kurd dikujin.
Di romanê de piştgirî û alîkariya pêşmergeyan ku di nav sînorên fermî ên komara Tirkiyê de derbasê Kobaniyê dibin tê qal kirin.
Roman bi pêkanîna qetlîama Daîşê a li hemberê malbata Hecî Mislîm dawî dibe. Xwînxwarên Daîşê, Hecî Mislîm, bûka wî û çend newiyên wî bi xwînxwarî qetil dikin, dikujin.
Wek gotina dawî ez vê bibêjim; Weke ku profesor Akeel Almarai jî dibêje; Jan Dost Balzacê kurdan e. Min bi xwe gelek pirtûkên Balzac xwendiye û li gor bîr û raya min berhemên Jan Dost kêmê berhemên Balzac nîn in, hinek jê ji ên Balzac serketîtir in.
Û ez gotara xwe bi çend gotin û hevokên dostê xwe birêz Faîk Ocal ku derbarê romana Jan Dost de gotibû, dawî bikim.
Faîk Ocal dibêje; ”Jan Dost bi romana xwe mohra xwe li berxwedana Kobanê xistiye. Jan Dost ketiye nav kavilên bajara xwe, gav bi gav, kêlî bi kêlî, êş bi êş, rondik bi rondik romana bajara xwe nivîsandiye, bi honandinekê serketî vegotiye.
Netewê Kurd vê carê xewna Ehmedê Xanî bi duristî û pêwistî, bi hubr û xwîna xwe tabîr kiribû.
Min roman xwend, tim jî çavên min şil bûn, di ser pirtûkê de. Bi halê me Kurdan digiriyam. Lê êşa min mezin bû, bi êşa min re hêviyên min jî mezin dibûn.
Gelê Kurd ruşda xwe îsbat dikir, gelê Kurd derdiket ser dika cîhanê, gelê Kurd digot em jî henin, em ê tim û tim hebin, kes nikare kokê me bîne, kes nikare me ji holê rake, kes nikare soza me vala derxîne. Do cahş hebûn, îro DAEŞ heye, sibê çi dibe, bila bibe, qet ferq nake. ” (Binêrin malpera Çandname.)
Ji romana Kobanî ya Jan Dost çend ristên bi bandor:
*Cih û devera tu lê azad bî ew welatê te ye. (Rûpel; 30)
*Kurê min, heta ku miriyên mirov nekevin bin axa deverekê ew dever nabe welatê mirov. (Rûpel; 55)
*Gava doza merivan dibe azadî, ji bo bidestxistinê wê her tişt erzan dibe. (Rûpel; 65)
*Teqîn di dilê min de bû. Ew dûyê ku we dît heta ezmanan kişiya jî, dûyê şewitîna giyanê min bû. Giyanê min îşev bû komir. (Rûpel; 81)
*Gava dil rêber be, mirov winda nabe. (Rûpel; 94)
*Zeman li vî bajarî ketiye xewekê giran. (Rûpel; 107)
*Evîn volkan e Xecê, ew di dilan de veşartiye. Rast e mirov dema teqînê nizane, lê her wê rojekê biteqe. (Rûpel; 113)
*Ez wekî dareke payîzê me doktor. Bayekî hov ez ji ciwantirîn şax û pelan rût kirime. Ez ji kok de ji erda xwe hatime hilkişandin. Hîç nema axek dikare min di zikê xwe de bihewîne. Ez darekê bêkok im. (Rûpel; 123)
*Hesin dinale. Hesinê deriyê mala min digirî. Dengê giriyê xemgîn tê min. Ez bi jana hesin dizanim. Bi jana vî deriyê ku hezar caran tê re derbasî hundirê malê bûme, jê derketime derve, dihisim. Gazinan dike ew derî. Derî digirî. Panzdeh sal in min destê xwe nedaye hesinê wî. Ez li ber nesekinîme, min di qelşa di navbera herdu felqeyên re li kolanê nenihêrî ye. Panzdeh sal in kesekî ji pişt derî, ji aliyê malê de ji min nepirsiye: Ew kî ye! (Rûpel; 223)
*Dilî min î liyan e. Dilî min î liyan e. Hîro nalenale pirrî bi jan e. Ka Xeca min, ka Lewendê min. Kanî Baranê dilê min li ku mane. Va çi îş e va çi hal e va çi zeman e. Pir bûne derd û kulê min. Çi dinyake boş betal e bêwijdan e. (Rûpel; 232)
*Ez mam û min di goşeyê tenêtiya xwe de derdên xwe cûtin. Derdê min jî di wan rojan de ne bi cûtinê ne jî bi wekî din pûç dibûn. Agirek bû bi hinavê min ketibû, janeke xedar bû mîna lavlavkekê li canê min geriya. (Rûpel; 239)
*Şerê ji bo azadiyê tu carî bi kotekî nabe. Mirov divê bi kiryarên xwe bawer be yan na wê nikaribe heta dawî berdewam bike. Tu ne azad bî tu nikarî ji bo azadiyê cengekê li dar bixî. (Rûpel; 250)
*Ez nû tê digihîjim bê çima dêya min digot: Mirov terka dînê xwe dike lê terka axa welatê xwe nake. Bêhna pêsîra dêya min ji vê axa şil tê. (Rûpel; 253)
*Kurê min bêhna mirinê tê. Tu hîn xam î tu nizanî mirin çi ye. Lê ew gola bêndengiyê ya ku Kobanî tê wer bûye ne nîşaneke xêrê ye. (Rûpel; 254)
*Qewet ne tenê ev tivinga di destê min de ye, qeweta veşartî heye, a ku her kes nabîne: Îradeya mirov e. Em ê bi wê çekê jî şer bikin. (Rûpel; 255)
*Ez bi xwîna şehîdên me sond dixwim û bi taybetî xwîna hevala Arîn ku wê bajarê me ne pariyekî hêsan be. Em ê vî pariyî li dijmin bikin jehr û ziqqûm. Wê ji gewriya wan mezintir be, pirr mezintir be. (Rûpel; 260)
*Yan em ê careke din di jiyanê de hevdu bibînin, yan jî tu yê werî ser gora min li goristana şehîdan, li wir dîsa em ê hevdu bibînin, tu kurekî zindî, ez jî keçeke şehîd û di navbera min û te de evîneke nemir. (Rûpel; 261)
*Vî bajarî nefesa min a pêşîn dît, wê nefesa min a talî jî bibînê. (Rûpel; 265)
*Kevokeke belek, spî û sor, kevokeke bi tenê, ber bi wê pencereya ronahiyê ve difiriya. Kevokeke birîndar bû ew. Her ku carekê baskên xwe li hev didan û ber bi jortir diçû, xwîn dipekiya. Kevok bilind bû, bilind bû, bilind bû heta di pencereyê re çû û nema hate ditîn. Winda bû. (Rûpel; 266)
*Paul Valery: “Şer ew e hevkuştina kesên ku hevdu nas nakin ji bo berjewendiyên kesên ku hevdu baş nas dikin, lê hevdu nekujin.” (Rûpel; 267)
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com