Oman Manda

Oman Manda Çi Ye?

Çavkanî: Umman Manda Nedir – Bernamegeh

Wergêr: Çiyager Hespistanî

Oman Manda, di zimanê Akadî de wekî “girseya ku ne diyare ji ku tê” tê bikaranîn.

Di destpêka hezarsala B.Z 1. an 2. de bi wateya mirovên hindik naskirî û cihê rûniştina wan a li Rojhilata Nêzîk a kevnar hatiye bikaranîn.

Ev têgîn ji bo Hûrî, Elamî, Med, Cimmerî û Îskîtan di demên cuda de ku ji herêmê re dihat gotin, di çarçoveyên cûda de hatiye bikaranîn.

Di serdema Elam’an de, wekî welatê Elam, di serdema Med’an de wekî gel û welatê Med an.

Welatê Oman Manda ji Anatoliya Navîn dest pê dike û li derekê li bakur an jî bakurê rojhilatê Babîlê dirêj dibe.

Ev welat û erdnîgarî li cihên ku dê paşê bi navê, Mîtannî, Mannae an Medyayê were binavkirin, hatiye bikaranîn.

Robert Drews, di pirtûka “Hatina Greek’an: Fethên Hind-Ewropî li Ege û Rojhilata Nêzîk de” dinivîse ku Zalutî, ku navê wî bi etîmolojiya Hind-Îranî xwiya dike, wekî serokê Mandayên Omanî tê binavkirin.

Yekemîn belgeya dîrokî ya di derbarê Oman Manda de, Efsaneya Kuthê ya Naram-Sin e, pêkhateyek ku bi hezar sala sêyemîn B.Z Agade (Akadî) şahê Naram-Sin û têkoşînên wî yên li dijî Oman-manda re têkildar e.

Wekî mijarek edebî, Oman-manda diyardeyek sosyo-çandî ya bi bingehek teolojîkî ya bihêz temsîl kir.

Oman-Manda ji aliyê xwedayan ve hatiye afirandin û ji aliyê xwedayê sereke Enlîl ve hatiye nifirkirin, ji welatê wan li ser sînorê bakurê rojhilatê Mezopotamyayê ye.

Ji ber ku ev hilweşandin bi fermana Xwedê ye, hêza mirovan tune ku pêşî lê bigire; dema ku hilweşîn biqede, xweda bixwe dê Oman- manda hilweşînin. Ji aliyê xwedayî ve, Oman- manda wekî dijminê şaristaniyê tê nîşandan.

Di van metnên xwedayî de, nêzîkatiyeke îlahî li gorî berjewendiyên dewleta Akad hatiye organîzekirin. Armanc di xwemalîkirina wan kesan de ye ku ne bi xwe ne bi hovîtî û bê medenî nîşan didin, an jî bi eşkereyî di feth û kolekirina welatê xwe de ne.

Ev berjewendiyên çînî bingeha wê yekê ne ku Gutî demekê ji alîyê Akadîyan ve wek hov, barbar û wêranker hatine nîşandan.

Pirsa ku Oman-manda ya orîjînal kî bû, veşartî dimîne.

Lê belê, Silîndera Cyrus diyar dike ku Oman-manda ji hêla Cyrus the Great ve hatibû dagir kirin û ji ber về yekê beşek ji Împeratoriya Axamenid bû berî ku wî Babîlon di 539 BZ de bigire. Li gor Cyrus Cylinder: “Padîşahê Anşanê Cyrus [..] welatê Gutium û hemî Oman-manda danî ser çokan û ew xist bin destê xwe.”

Di têgihîştina Sumerî û Akadî de Fermana Oman; Dema ku Gûtî welatê Lulubiyan û cihê ku Barbar lê dijiyan, di serdema Persan de herêma erdnîgarî ya ku Urartu, Babîl û Zagros vedihewîne temsîl dikir.

Hin caran gelên Oman Manda Gutî û Lulubî ne, carinan jî Mîtanî, Hûrî, Elamî, Med, Cimmerî û Îskîtî ne. Welatê Oman Manda jî wekî qada erdnîgarî ya ku ev gel lê dijîn tê binavkirin.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !