Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û ya Navîn li Dêrikê, Lîse jî li Amedê qedand. Li Stenbolê Fakulteya Dermansaziyê xwend, di nava xebatên DDKO yê de cih girt. Piştî darbeya leşkerî ya 1980yî, wek Sekreterê Giştî yê Odeya Dermansazên Stenbolê hat hilbijartin. Di weşanên Odeya Dermansazan de nivîskarî û edîtoriya weşanan kir. Ji ber nivîsên xwe yên li dijî Makezagona 1980yî ya cûntayê, hat hepskirin.
Bû yek ji avakarên, Partiya Keda Gel (HEP) û serokatiya şaxê bajarê Stenbolê kir. (1990-1993)
Di partiyên; HEP, DEP, HADEP, DEHAP, DTP ê de bênavber, xebitî û wek cîgirê serokê giştî rêvebertî kir.
Di sala 1992an de biryar da ku êdî derveyî kurdî bi tu zimanî nenivîse. Di rojnameyên Welat, Welatê Me û Azadiya Welat de qunciknivîsî kir. Di Kovara Pîne de nivîsên mîzahî nivîsî. Di sala 2005an de ji Stenbolê mala xwe bar kir, li Amedê bi cî bû. Di kovar û malperên kurdî de gotar nivîsî.
Li Unîversîteya Sorbonnê (Paris) dersên zimanê frensî wergirt. (1995)
Di Serdema 23yemîn a TBMMyê de wek wekîlê bajarê Sêrtê hat hilbijartin. (2007-2011)
Di Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de kar kir. (2012-2014)
Li Amedê di Komeleya Nivîskarên Kurd û Akademiya Ehmedê Xanî de rêvebertî kir (2014-2016)
Li van komeleyan ji bo mamosteyên qursên kurdî, dersên Telafuz/Pronotation (rastxwendin-rastnivîsîn) amade kir. Li Amedê û li Wanê dersên telafuzê da mamosteyê kurdî. (2012- 2022)
Di sala 2016an de wek hevserokê Navenda PENa Kurd hat hilbijartin. (2016-2019)
Ji ber xebatên siyasî û çandî, ji çar dozan 15.5 cezaya hepsê danê.
Di Nîsana sala 2022 yan derket derveyî Welêt. Li Swisre bû penaber.
Berhem:
“Qaqlîbaz” Werger, Richard Bach, Fırat, 1994; Çapa duyem, Aram, 2013
“Rojeke Îvan Denîsovîç” Werger, Alexandre Soljenitsin, Avesta, 2000 Weşanxaneya APEC ya li Swêdê, xelata wergera herî baş ya sala 2001an, da nivîskar. Heman berhem, di sala 2007an de ket pirtûkxaneya Meclîsa Tirkiyeyê. Ev, pirtûka yekemîn bû ku xweser kurdî, di pirtûkxaneya Meclîsê de cih distend.
“Kulîlkên Qeşayê” Ceribandin, Nivîsên Azadiya Welat, “Weşanên M”, 2004
“… Û ronahî di tariyê de dibiriqe” Werger, Tolstoy-Stefan Zweig, Avesta, 2011
“Şaristanî û Nijadperestî,” Lêkolîn, Aram, 2013
“Rojên Almanyayê,” werger, Celadet Alî Bedirxan, Avesta, 2015
“Sêvdîn- Mîrê Kela Rebetê,” roman, Avesta, 2019










