Arjen Arî di sala 1956’an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye cîhanê. Di sala 1979’an de Enstîtûya Perwerdehiyê ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî diqedîne. Di sala 1976’an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê tê girtin. Bi qasî hefteyekê di hepsê de dimîne.
Di sala 1992’yan de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî dibe. Wek birîndar radikin nexweşxaneya zanîngeha Dîcleyê. Arjen Arî ji ber wê bûyerê li Amedê bi cih dibe.
Helbestên wî di kovarên wekî Tîrêj, Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de tên weşandin. Arjen Arî ji ber nexweşiya pençeşêrê di 30’ê kewçêra 2012’an de li Amedê çû ber dilovaniya Xwedê.
BERHEM:
Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Weşanên Avesta, 2000
Ev Çiya Rûspî Ne, Weşanên Avesta, 2002
Destana Kawa, Weşanên Elma, 2003
Eroûtîka, Weşanên Lîs, 2006
Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, Antolojî, 2008
Şêrgele, Weşanên Avesta, Helbest, 2008
Çil Çarîn, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Helbest, 2009
Bîhoka Li Pişt Sînor, Avesta, Çîrok, 2010
Payîza Peyvê, Weşanên Belkî, Amed, Helbest, 2011
Destana Kawa û Azhî Dehaq, Weşanên Evrensel Basım Yayın, Stenbol, Destan, 2011, Wergerê Tirkî: Şener Özmen
Kulîlkên Beîvan, Weşanên Ronahî, Amed, Helbest, 2012
Gorî û Bindest, Weşanên Ronahî, Amed, Helbest, 2012
Xasenezer, Weşanên Evrensel Basım Yayın, Stenbol, Ceribandin, 2012
Şiîr û Sînor, Weşanên Evrensel Basım Yayın, Stenbol, Helbest, 2013
Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma, Weşanên Ronahî, Amed, Ceribandin, 2013
MEGRÎ
çenga por bibin bibin
bibin ser gorên dil kuştibin;
bibin bin konên şîn girtibin
megrî çav-deryayê megrî
mijankê te ji kil dibin
megrî por-roavayê megrî
megrî û meke, li min li min!
hijê bike rê û bimeşe
xwe li çiya bigre û bimeşe
umrê te hê çend û şeş e…
megrî meke, li min li min!
megrî bikene li dû min
beşişînê bike rû min
şehîdê dilê te ez bim
mekenîne bi me, dijmin!
https://www.bernamegeh.org/2020/08/24/helbesten-arjen-ari/