Pira Dehderî an jî Pira Belek navên pira kevn û dîrokî ya Amedê ye ku li ser çemê Dîcleyê hatiye avakirin.
Ji bo deh çaviyên wê yên avê hene, jê re gotine Pira Dehderî. Pira Dehderî, li derve bajêr, li aliyê başûr, ji Deriyê Mêrdînê 3 km ji bajêr dûr e. Dirêjahiya pirê 180 metre û firehiya wê jî 7-8 metre ye.
Pire ji kevirên bazalt ên birî hatiye çêkirin. Bi kevirên sêgoşe li hev hatine siwarkirin. Di lengerên pirê de dîwarên taybetî hatine çêkirin. Pire du beş e. Beşa aliyê rojhilat û beşa aliyê rojava.
Di nav van herdu beşan de stûneke bi taybetî heye û ev stûn herdu beşan bi hev girê dide. Ji bo şîpa avê bi hêz li aliyê rojavayê pirê dixe, dîwarê vî alî stûr û çaviyên wê firehtir hatine çêkirin.
Gelek dîroknas û bi taybetî ji wan dîroknasan Carsten Niebuhr dinivîse ku pira Amedê bi qasî dîroka bajêr kevn e.
Lêbelê ev pira Dehderî ya ku niha hîn jî heye ne ya yekem e; ev di dema dewleta kurd a merwaniyan de hatiye çêkirin an jî hatiye tamîrkirin.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com