Rêkevta 24`ê Hezîranê pirtûka komek çîrok li ser navê “Tawanên pîroz” nûtirîn berhema nivîserê bi navê “ Bêhzad Qadirî” çîroknivîs û rojnamevanê xelkê bajarê Merîwan a Rojihlatê Kurdistanê, ji aliyê weşanxaneya “49 pirtûkan” a li Ewropayê hat çap û belavkirin. Ev pirtûka sêyemîn koma çîrokên “nivîser Bêhzad Qadirî ye û duyemîn berhema wî jî, her li Ewropayê hat çapû belavkirin.
Sala 1396`an, komek çîrokên bi navên “Nêçîrvanê Demsalan” û li sala 1397`an de jî, pirtûka koma çîrokan li ser navê “Hêza Meçêt”(Şawetî Cinoke) ji aliyê wî nivîskarî ve li bajarê Merîwanê hat çap û belav kirin ku, çapa duyem a pirtûka “Hêza Meçêt”(Şawetî Cinoke) li Gulanaîsal, li Ewropayê hat çap û belavkirin.
Pirtûka koma çîrokên bi navên “Tawanên Pîroz” li sed rûpelan pêk hatiye û 12 çîrokan ji xwe digire ku nivîser li heyama sê salên derbasbûyî de ev nivîsîne.
Pêka gotina nivîskar bixwe çîrokên pirtûka bi navê “Tawana Pîroz” koma wan karesatan pêk hatiye ku li serê gelê Kurd de hatine, û herwisa xebata gelê Kurd li dijî dagîrkeran û tolhildana Kurdên xwedî helwest li çîrokan de rol lîstine. Li ser hev dikarin bêjin ku digel koma çîrokên realîst ber bi rûne.
Pirtûk bi çîroka “xwîna eceman” destpê dike. Di vê çîrokê de bi awayek zelal û têr îhsas bi hesta qehrîbûn û toleyê dikin. lê, îhsasa qehrîbûn bo neteweyên bindest ji dîtingeha nivîser ve hesteke pîroz e ku, dikare bibe alîkarê rizgariya vê neteweyê. “Yuvav Nuah Harari”, zana û nivîserê xelkê îsraîlê dibêje: Hestkirin bi kerb û kînê yek ji hestên herî xerab e, lê bo neteweyên bindest xezîneyeke ku dikare ev xwe pê biparêzin”.
Çîrokek din û pirtûka vê bi navê “Tawana Pîroze” ku navê pirtûkê jî, her ji vê çîrokê hatiye verigrtin. Ev çîroka her di vê serdemê de rû daye. Keçikek Kurd ku berevajî laşê wê lawaz bûye, xwediyê îdareyek polayîne û li dijî dagîrkeran helwest hedibe û bo gel û axa xwe bi şêwaza xwe xebat dike. Bi xwandina vê çîrokê keçik ji bo we diresime ku, bi xatircemî ve tev Kurdistan wê nas dikin.
“Bêdengî” çîrokeke din e ku ev berhema li warê form û şikl û şemayîl ve digel tev çîrokên din cudahî he ye. Ev çîroka hêdî hêdî radikêşê bo hûndr û di nav peyv û hevokên xwe de dixeniqîne. “Bêdengî” tijiye li hevokên felsefî, zanistî, wêjeyî û şiroveyên din ji “Bêdengî”yê pêkêş dike. Di vê çîrokê de nivîser dihgêje valahiyê: “Xwazî ez dibûm bi pirotonek û elekteronek dikire bibe evîndarê xwe …”. Lê, her di vê valahiyê de jî nivîskar nasnameya wî jê winda nabe.
Di berdewamiyê de, û di çîrokên din de jî, bi koma şêwazên cuda behsa wan karesatan hatiye kirin ku, li dijî gelê Kurd hatine encam dan û ya ku cihê bal danê ye hesta “qehrîbûn”e li hember dagîrkarên Kurdistanê de. Ev helbesta mamoste “Hêmin” ya bi navê, “Kerbê Pîroz”, dikare bi awayek rind behsa vê hestê bike:
دەمگرێ، ئەمما لە گرتووخانە ڕق ئەستوورترم
لێم دەدا، ئەمما لەسەر داوا ڕەواکەم سوورترم
دەمکوژێ، ئەمما بەگژ جەللادەکەمدا دێمەوە
کوردم و ناتوێمەوە، ناتوێمەوە، ناتوێمەوە
Bernamegeh Kurdî