MEHMET GÜR
Navên gelan, gel li xwe nakin. Gel û netewên çîran,biyanî lêdikin. Gelên ku li gel wan şer dikin,êrişê dibin ser ax û biniyeta dagirkeriyê diçin ser xaka wan navî li wan dikin. Li gorî taybetîyên wî gelî û li gorî taybetiyên erdnigariya wan navan lêdikin. Navê ku li wî gelî hatî kirin taybetîtakekesî yên wê netewê didin diyarkirin û xuyakirin. Nav û taybetiyên çand, jiyan,xak,çandin,mêranî û dilêriya wan têkilî hev e û di nav xwe de vedihewine. Çi gel li gorî ser û keyfa xwe navan li hev du nakin. Takekes nav lêkirin li gorî jiyar,mêrxasî û xususiyetên erdê wî gelî lê tê te kirin.
Navên gelan li gorî bilêvkirina gelan tê guhartin û telafûz kirin. Lêvkirina gelan li gorî tîp û alfebayên wan tê veguhaztin. Tîp,alfeba û lêvkirina hemû netewan ne yêke. Ji hevdu cudaye,ev ji dibe sedema navan guhartinê. Lê belê esas yekê. An ku naverok,wateya navî nayê guhartin. Mehmet Emin zekî beg di berheba xwe ya Dîroka Kurd û Kurdistanê wisa şirove,minakekê dide;“Ji aliyê nivîskarên bi nav û deng ve ew mintiqae Korduyen(Corduene) hatiye binavkirin (îhtimal e ku guherîna telefûza vî navê hanji zehmetiya qerzkirina herfa “k“ya samî ve peyda bibe–Driver) Em mînakek din ji bidin ku mijar qenç bêfehm kirin.Quranê de ji navê çiyayê Cudî derbaz dibe. Lê gelek çavkaniyên dibêjin navê çiyayê Cudî esas çiyayê Gutî ye. Di alfebaya Ereban de tîpa “g” tune,ji ber vê sedemê dibêjinê çiyayê Cudî.
Em werin ser mijara xwe ya bingehî. Ev şîrove ji ber têgihandina mebestê bû. Esas mijara me navê babikên me ne. Navê Gutiyan e. Navê Gutî navê netewa me ye. An ku navê Kurdan ji Gutiyan tê. Em ê dî ser li dîrokzan û lêkoliner Mehmet Emin Zekî beg bidin. “Em bên ser danûsitandina Kutî(Qutî) û Gutî (Kurtî)Du lewhayên bi zimanê tukulîtîlînurtî)yên qralê asurî ku hatine dîtin,di derheqê eynî bûyerê de ye;di yekê de navê “Kurtî” û ya duduyan de jî “Gutî “hatiye nivîsandin. Ji vê tê dîtin ku ev herdu navên han navê miletekî ne,an jî “Kurtî“yan “Kurhî” navê beşeke mezin a Gutiyan e.” Beşeke zêde ji rojhilatnasan bejeya “Kurtîwî“(Kurtîoi)lêkolîner û gotine ew di ciheta bi lêv kirin de pir dimîne bêjeya “Kurtî”. Rojhilatnas Driver di vî warî de nêrîna xwe bi vî awayî dibêje...” Karda,Karduxî,Kurtoxî û Xurdî,Kardak,Sîrtî, Xurdyayî Xurdoenî,Kardû û Karda,Kardawye û Kardaye,Kartawaye yan,Kurdayye..û hwd.hemî,bi eksê newekheviya wan,yek in”
Em divê rawekirinê de wilo fehm dikin ku têkiliya navê Kurd bi navê kevnar ê Kurtîwî re takekes e. Li gorî naveroka belgeyên dêrîn ên Kurtî ewqas takekes e ku bi navê Gutî, Kurtî navê bapîr û dapîrên me ne. “Li gel vê jî,ji ber ku cihêkirina “Kurtî jî “Gutí” ne mimkun e,dîvê hebûna “Gutî” di nav xelkê Kurdistanê yê îro de muhegege be.”
Piştî van dahurandin û ramanên dîrokzan û lêkolineran, em dikarin bêjin ku navê gelê me pêwendî bi navê Gutiyan misoger heye.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com