Muqades Agirî
Rosa Luxembûrg (1871-1919)
Aborîzan, fîlozof û aktîvîsta jin a Polanyayî Rosa Luxemburg, bi kesayeta xwe, bi hunerên xwe û bi aktîvîteyên xwe bûye yek ji sembola tevgera jinê.
Rosa Luxembûrg, yek ji wan kesan e ku, pêşniyaziya 8’ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê kiriye. Wê, hê di ciwantiya xwe de sosyalîzm naskir. Di nav komên çep de cîh girt. Hê 18 salîbû ji ber nêrînên xwe yên polîtîk ew neçar ma ku koçî Swîsreyê bike. Di sala 1889’an de li Zanîngeha Zûrîhê xwend.
Şoreşgera jin, piştî zanîngehê bi tevahî xwe da polîtîkayê û di refên pêş ên têkoşînê de cîh girt.
Ji ber nêrînên xwe yên polîtîk, di sala
1916’an de dewleta Elmanya, cezayê girtîgehê lê birî. Di salên ku li girtîgehê de ma gelek gotar nivîsî. Di sala 1918’an de Rosa Luxemburg ji girtîgehê derket.
Di nava demek kin de, navê wê di nava pêşengên sosyalîstan de hat dîtin û bi hevalê xwe Karl Liebknecht ve, Partiya Komunîstên Elman avakirin. Di axaftina li pêşiya girseyan de xwedî bandor bû.
Piştî raperîna Spartakus a ku bi hovane serdeçûn û dan sekinandin, 15’ê Çileya 1919’an bi destê hêzên çevîk bi hovane hat qetilkirin.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com