Ruth Mompatî

Ruth Mompatî Kî Ye

Muqades Agirî

Ruth Mompatî (1925-2015)

Di bingeha azadî û jiyaneke bi rûmet a civakê de bêgûman kedeke mezin a jinan heye. Jin ji bo mirovahiyê, ji bo pêşeroja civakê, kêşeyên xîzanî û netewperestiyê, di bin şert û mercên zor û zehmet de, hewldanên bêhempa dane û didin.

Jin, di şert û mercên ku li civakê tê ferzkirin de herî zêde bi bandorên neyînî re rû bi rû dimînin. Ev jî, berê wan dide hin guhertinên bingehîn. Wekî aştî, wekhevî, xwe parastin…

Ev guhertinên pergalên hişk, ne hêsan e. Jina ku van guhertinan dide ber çavên xwe, bêguman metirsiya sirgûn, girtîgeh, mirinê jî dide ber çavan. Ew dizane ku veguhertina pergalekî dişibe derguşekê ku neh mehan di zikê xwe de dihewîne û bi qolincan, tîne dinê.

Hevala Nelson Mandela ya têkoşînê Ruth Mompatî, di sala 1952’an bûye endama Konseya Newetiya Afrîka (ANC) û yekem jina şaredara siyasî ya welatê xwe bûye.

Ruth, him 63 salan şahidiya berxwedana başûrê Afrîkayê kiriye, him jî milîtaniya wê kiriye. Ji ber xebatên xwe yên navneteweyî bi navê ‘Dayê Ruth’ tê nasîn.

Ew jineke bi têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma nijadperest a Apartayt îmze avêtiye binê gelek rêgezên ku bandor li jiyana welatiyan kirine. Li hemberî rejîma nîjadperest a ‘Apartayt’ 63 salan têkoşiyaye.

Rêbera Jinên ANC’ê, Ruth Federasyona Jinên başûrê Afrîkayê ava kiriye.

Di sala 1956an de li dijî herêmên ku 

mirovên spî li wir dijiyan û jinên Efrîqî dersînor dikirin li bajarê Pretoriayê, pêşengiya meşa jinan dike. Û di meşê de tê girtin.

Ruth, di sala 1962’an neçar ma ji welat derkeve û berê xwe da Tanzanîayê.

Ruth li sirgunê jî ji bo armancên xwe dixebite. Piştî perwerdeya leşkerî, dibe rêbera ANC’ê ya Tanzanîayê.

Piştî salên 1980an êdî di qadên diplomasiyên navnetewî yên ANC’ê de cih digire û di hilweşîna rejîma nijadperest de pêşengiyê dike.

Piştî şaredariyê, Ruth xebatên civakî bi rê ve dibe, ligel temenê xwe yê mezin jî ji têkoşînê veneqetiyaye. 

Ji rêberên başûrê Afrikayê Ruth Mompatî, bi xebat û têkoşîna xwe ji jinên dû xwe re dibe meşaleyeke ronahî.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !