Muqades Agirî
Nana Esma (1793-1864)
Dema ku meriv qala Efrîkayê dike, koletî û mêtingerî tê bêriya meriv. Welatiyên Efrîkayê, bi sedan salin ku ji erdnîgariya xwe ya dewlemend qet sûd negirtin.
Helbestvan, mamoste Nana Esma ya yek ji vê axê, sala 1793’an li Nîjerya ya dikeve Rojavayê Efrîkayê hatiye dinê.
Nana, di nava malbatek bawermendên olî digihîje. Bavê wê, Mele Osman Foûdî mamoste bû û gelek girîngî dida xwendina zarokên xwe. Di dema ku civakê cudahî dixistin navbera keç û lawan de, bavê wê bêyî cudahî zarokên xwe yên keç û xort fêrî xwendin û nivîsandinê kirin.
Hezkirina wê ya xwendinê, di nava pirtûkxaneya bavê wê de hîn zêdetir dibe.
Mamosteya jin Nana, dizanibû ku jin tenê bi perwerdeyê dikarin xwe bigihîne gelek serkeftinan û parastina xwe bikin.
Bi vê baweriyê, di serî de navenda xwendinê vekir û bi xwe perwerde da. Roj bi roj hêjmara jinên bi dilxwezî tevlî perwerdê dibûn zêdetir dibû. Piştî ku koma despêkê ya jinan perwerde kir êdî ew kom ji bo jinên dinê perwerde bikin erkdar kir. Ew jinên perwerdekirî, ji bo ti jin bê perwerde nemîne li gundan belav kir. Cihê perwerdê jî malên jinên ji hemûyan xizantirbûn.
Armanca Nanayê jinan bigihîne astek bilind a zanebûnê ji bo ku bikarin xwe û malbata xwe birêve bibin.
Nanayê çar ziman zanibû û zimanê wê yê
sereke erebî bû. Ji ber serkeftinên xwe yên nava civakê dibe şêwirmenda walî. Wê pêvajoyê jî ligel karê xwe yê reveberiya welat jî cardin giringî dida karê jinan û bi wan re mijûl dibû.
Nana Esma, ligel xebatên xwe yên civakî, di nivîsê de jî serketîbû û zêdeyî 60 pirtûk nivîsandiye. Pirtûkên wê bi zimanên cuda hatin wergerandin û li zanîngehên Rojavayiyan weke ders hatine dayîn.
Helbestên wê li Efrîkayê û li Rojhilata Navîn navdar bûne. Pergala wê ya perwerdehiyê li gelek welatan hatiye bikaranîn.
Nana, bû mînakekê mezin ji jinên Efrîka û cîhanê re.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com