Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
SALNAMEYA KURMANCÎ
Heftekê Heft Rojin û wiha destpê dike:
1. Duşem
2. Sêşem
3. Çarşem
4. Pêncşem
5. În
6. Şemî
7. Yekşem
DI KURMANCÎ DE PIR NAVÊN MEHAN HENE
3. Adar / Avdar / ‘Edar!
4. Nîsan / Avrêl!
5. Gulan!
6. Hezîran / Cehzeran / Pûşper!
7. Tîrmeh!
8. Tebax / Gelawêj!
9. Êlûn / Îlon / Rezber!
10. Çirîya Pêşîn / Cotmeh / Kewçêr / Tişrîna ‘Ewil!
11. Çirîya Paşîn / Mijdar / Sermawez / Tişrîna Dawîn!
12. Berfanbar / Kanûna Pêşîn!
01. Rebendan / Kanûna Paşîn!
02. Sibat / Reşemî.
MEHEKÊ ÇEND ROJIN?
Mijdar, Nîsan, Pûşper û Êlûn 30 Rojin.
Sibat jî 28 Rojin.
Lê Mehên din tev 31 Rojin.
SALEKÊ ÇAR DEMSAL IN
1. Sê Meh Bihar
2. Sê Meh Havîn
3. Sê Meh Payîz
4. Sê Meh Zivistan
Mehekê = 4 Hefte ne!
Salekê = 52 Hefte ne = 365 Rojin = 8760 Demjimêrin!
Demjimêrekê / Katjimêrekê: 60 Xulekin. 4 Çaryekin. Çaryekekê jî 15 Xulekin. 60 Çirk jî Xulekekî ye.
Demjimêr an jî Katjimêr = Saet!
Xulek = Deqe!
Çirk = Sanye!
Çaryek = Çeyrek!
Nîv = Yarım!
SALA ROJEKÊ ZÊDE
Salekê 365 Roj û 6 Demjimêrin. Ji ber vê yekê ji 4 salan carekî sal dibe 366 Roj. Lewma ku meha Sibatê jî ji çar salan carekî dibe 29 Roj. Ji vê mehê ra jî ,,Meha Rojekê Zêde” tê gotinê.
ÇILE YÊ ZIVISTANÊ 40 ROJ IN
Ji 10ê Kanûna ewil heta 20ê Kanûna dawîn e.
ÇILE YÊ GERMA HAVÎNÊ JÎ 40 ROJIN
Ji 10ê Tîrmehê hetanî 20ê Tebaxê ye.
SEBT û LEHD
Sept û Lehd: Di Zimanê me yê Kurmancî de nînin. Ev navê du Rojan e û Sebt ji Zimanê ‘Erebî derbasî nav Zimanê me bû ye. Lehd jî ‘Ereb bi kar tînin. Lê rind nayê zanîn Lehd ji nav Zimaneke din derbasî nav ‘Erebî bû ye, an jî gotineke ‘Erebî ye. Lê hinek jî dibên Lehd ji Zimanê Îbranî ye. Her wiha navê Lehd: Di Klama me ya Folklorîk ya bi Navê ,,Sînemê” ra jî derbas dibe:
Yar Sînemê Sînemê
Şevek, du şev, sêşemê
Înîyê lehdê çarşemê
Bostan û av li cemê
Dilkê xwe neke xemê
Çavreş mêvanê te me
Mala l’bavanê Sînemê.
Yar Sînemê Sînemê
Şemî, duşem, sêşemê
Înîyê lehdê çarşemê
Bostan û av li cemê
Dilkê xwe neke xemê
Pêncşem mêvanê te me
Mala l’ bavanê Sînemê
Yar Sînema Hekakî û hwd.
Ev Klam li Herêma me ya Serhedê di dawetan de dihate gotin. Lê mixabin niha hemî nayê bîra min.
ZIMANÊ ME DEWLEMENDTIRÎN ZIMAN E
Wek tê zanîn maşa Ellah Zimanê me pir dewlemend e. Vêca Navê Mehan jî li gorî Demsal û Dexlên Herêman têne guhertin. Lewma ku hemî jî rastin. Wek nimûne:
Avrêl û Avdar! Çem û kanî der dibin
Baran dibare, berf dihele, şil dibin
Cehzeran! Ceh û Genim zer dibin
Pûşper! Gîha û kereng hişk dibin
Rezber! Wextê ku Rez digîjin
Çilo û bergên Daran zer dibin
Kewçêr! Teyr û Tilûr êdî diçêrin
Berfanbar! Dema ku berf dibare
“Adar e dew li dar e..
Nîsan e toraq di kîsan e..”
Çilê Havînê ji germa tîn dide
Çilê Zivistanê meriv ji seqemê diqefile
“Tebaxê agir diçe axê..”
Zivistanê serma tê taxê.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com