Şikriyê Bedlîsî

Şikriyê Bedlîsî

Şikriyê Bedlîsî, ji navenda Bedlîsê ye. Piraniya temenê xwe di sedsala XVem de û dawiya temenê xwe jî di sedsalan XVIem de bihurandiye û di sala 1523yan de wefat kiriye. Şikriyê Bedlîsî, pêşî li Tebrîzê di qesra Akkoyuniyan de maye. Piştre hatiye Bedlîsê û li cem bapîrê Şerefxanê Bedlîsê Mîr Şerefê kurê Şemsedîn maye û bi wî re beşdarî hinek şeran bûye. Herweha bi begên Zulqadiriyan Ali Bey û Qoçî Bey; bi mîrêmîrê Diyarbekirê yê yekem Bıyıklı Mehmed Paşa, bi Sedrazam Îbrahîm Paşa re têkiliyên wî çêbûne. Bi arîkariya Sedrazam Îbrahîm Paşa Selîmnameya xwe pêşkêşî Siltan Selîm kiriye.1

Ji ber ku bi zimanê tirkî jî berhem û helbestên wî hene di hemû tezkîreyên helbestvanên Tirkan ên sedsala XVIem de û di berhemên pisporê edebiyata tirkî Fuat Köprülü de behsa wî hatiye kirin. Berhema wî ya herî girîng Selîmname (1521) ye. Di vir de jiyana Siltan Selîmê Osmanî aniye zimên. Şikriyê Bedlîsî, yekem helbestvanê Bedlîsî ye ku di sedsala XV û XVIem de bi kurdî helbest nivîsîne. Ew helbestvanê herî kevin ê Bedlîsî tê hesibandin. Ji ber ku tifaqa kurd û Osmaniyan di sala 1517an de çê bûye, Şikrî wek helbestvanên berî vê tifaqê jî dikare bê hesibandin. Şikrî ne di çarçoveya helbestvanên Bedlîsî tenê de, di çarçoveya helbestvanên kurmancan bi giştî de jî, yek ji helbestvanên
herî kevin tê hesibandin.

Digel ku nivîsîna wî ya helbestên kurdî teqez e jî -lewra ev yek ji aliyê wî bi xwe ve hatiye îfadekirin- heta niha ev helbestên wî derneketine holê. Çawa ku wî bixwe diyar kiriye, kurdî jî tê de bi şeş zimanan helbest nivîsîne. Ev şeş ziman jî ev in: Tirkî, farisî, erebî, kurdî, ermenkî û hindî. Wî di fexriyeyeke xwe de ku bi zimanê tirkî pêşkêşî Siltan Selîm kiriye, ev taybetmendiya xwe aniye zimên.2

Çavkanî:

1- Ji bo Şikriyê Bedlîsî bnr. Abdurrahman Adak, “Şükrî-i Bitlîsî”, Uluslararası Tatvan ve Çevresi Sempozyumu, weş. Beyan., İst. 2008, r. 673-690.
2- Mustafa İsen, Künhü’l-Ahbar’ın Tezkire Kısmı, weş. AKM, Ankara 1994, r. 233.

Abdurrahman Adak / HELBESTVANÊN KLASÎK JI PERSPEKTÎFA HERÊMÎ: NIMÛNEYA HERÊMA BEDLÎSÊ.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !