Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî helbestvanekî êwra dawî ya Osmaniyan e. Agahiyên derheqê wî de kêm in. Navê wî Ebdulezîz, navê bavê wî Ebdulkerîm e. Li cem Şêx Fethullahê Werqanisî (w.1899) xwendiye û îcazeta ilmî ji wî stendiye. Bi îhtîmaleke mezin, ew di riya tesewifê de jî li pey seydayê xwe çûye û ji wî xelîfetiya Neqşebendîtiyê wergirtiye. Loma jî wek “şêx” hatiye binavkirin. Şêx Ebdulezîz li navenda Bedlîsê wefat kiriye û li wir hatiye veşartin. Herçiqas tarîxa wefata wî nayê zanîn jî, ji sala wefata Şêx Fethullahê Werqanisî (w.1899) tê fêmkirin ku ew helbestvanê dawiya sedsala XIXem û destpêka sedsala XXem e.
Şêx Ebdulezîz helbestvanekî xwedî dîwan e û di dîwana wî de bi hemû herfên elîfbêya erebî helbest hene. Loma jî di nav helbestvanên Bedlîsî yên dawiya Osmaniyan de ji helbestvanên herî girîng tê hesibandin. Di dîwana wî de helbestên wî yên bi erebî, farisî, tirkî û kurdî hene. Ev jî hêza wî ya bilind a edebî nîşan dide. Piraniya helbestên wî medhiyeyên tesewifî ne.10 Mixabin ji ber ku destxeta dîwana wî ji aliyê me ve nehatiye bidestxistin, derfeta me ji bo
agahiyên berfirehtir tuneye.
Abdurrahman Adak / HELBESTVANÊN KLASÎK JI PERSPEKTÎFA HERÊMÎ: NIMÛNEYA HERÊMA BEDLÎSÊ.