Arşîvên Etîketan

Jiyana Nizamettin Ariç

Jiyana Nizamettin Ariç

Nizamettin Ariç hunermendekî kurd e. Bi muzîk û fîlmên xwe tê nas kirin. Ew bi navê Feqiyê Teyran hatiye naskirin, lê belê navê wî yê rastîn Nizamettin Ariç e. Ariç li herêmeke ku dengbêjî lê xurt bû hate dinyayê, li Serhedan. Ew li ber dengê Şakiro, Gerabêtê Xaço, Meyrem Xan û Zadîne Şakir mezin bû. Di sala 1956 ji ber sedemên aborî malbata Ariç ji Agirî bar dike Enqerê. …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Fûad Ehmed

Fûad Ehmed (z. 1933 − m. 18 tebax 2004), stranbêj û muzîkarekî kurd e. Jiyan Stranbêjê dengxweş di sala 1933yan de li gundê Ewêne li bajarê Hewlêrê hatiye dunyayê. Di sala 1953yan de xwendina mamostatiyê biriye serî. Wî li dor sed stran li Radyoya Kurdî kom kirine. Li dor pêncî stran li Televîzyona Kurdî li Bexdayê kom kirine. Fûad Ehmed piraniya stranên xwe bi …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Îsheq Mewsilî

helbestvan

Îsheq Mewsilî (767-850) yek ji muzîkvanekî kurd e ku ji bajarê Mûsilê ye kurrê Îbrahîm Mewsilî ye.[1] Muzîkvanên weke Îbn Xurdazbeh, Ziryab, Amr bin Bana, Allûye û Muharik li ver destê wî gihîştine.[2] Çavkanî ↑ Gérard Chaliand, A People Without a Country: The Kurds and Kurdistan “A Kurdish musician from Mosul, Ibrahim Mawsili… His son, Ishaq developed and codified his work…” ↑ Ensiklopediya Îslamê

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Muhemmed Katib Erbîlî

Muhemmed Katib Erbîlî an (Muhammad al-Khatib Arbili) yek ji muzîkologên kurd ên Serdema Zêrîn a Îslamê bû.[1][2] Muhemmed Erbîlî bi xwe ji Başûrê Kurdistanê ji bajarê Erbilê ye. Dîrokzanê kurd Mehrdad Izady di pirtûka xwe a bi navê Kurd de behsa wî dike.[3] Çavkanî ↑ http://www.dengeazad.com/NewsDetailN.aspx?id=59841&LinkID=142 ↑ http://ibrahimhalilbaran.tumblr.com/post/84452083144/ephraim-avigdor-speiser%C4%B1n-1930-tarihli ↑ Mehrdad Izady, Kurd, r. 41 û 265, ISBN 9756876409

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Sefiyedînê Ûrmewî

Jiyana Sefiyedînê Ûrmewî

Sefiyedînê Ûrmewî (1216-1294) Mûzîkolog û bestekarê kurd yê ji bajarê Ûrmiyeyê ye. Navê wî yê rastî Sefiyedînê Ebdulmumin bin Yûsif bin Fahir e. Tê gotin ku Wî perdehiya xwe li Bexdayê girtiye. Ji bilî muzîkê perwerdehiya huner, wêje, matematîk jî girtiye. Li ser muzîka Kindî, Farabî û Îbn Sîna xebat kiriye. Sefiyedînê Ûrmewî yek ji muzîkologê herî giring yê Serdema Zêrîn a Îslamê ye. Ji pirtûka S. Ûrmewî Sefiyedînê Ûrmewî di 28’ê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Îbrahîm Mewsilî

Îbrahîm Mewsilî, ango Birahîmê Mewsilî (Erebî, ابراهیم ﺍﻟﻤوصلی‎, z. 742 – m. 804), wêjevan û stranbêjê kurd[1] yê sedsala 8’an e. Malbata wan ji Mûsilê koçî Kufeyê bûbûn bixwe li wê derê ji dayik bûye.[2] Mewsilî yekemîn stranbêjê cîhana misilmanan tê zanîn. Ziryab di bin bandora wî de maye.[3] Îbrahîm Mewsilî bavê Îsheq Mewsilî ye. Çavkanî ↑ Gérard Chaliand, The Kurdish Tragedy ↑ R. Izady, Mehrdad (1991). The Kurds: a …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Darîn Zanyar

Darîn Zanyar an jî bi kurtî Darîn di 2’ê pûşpera 1987’an de li Stokholma Swêdê ji dayik bûye, stranbêjekî kurd e. Malbata Darîn ji Kurdistana Başûr hatine li Swêdê bi cih bûne. Albûmên wî 2005 – The Anthem 2005 – Darin 2006 – Break the News 2008 – Flashback 2010 – LoveKiller Xelatên wî Darin pir xelatan qezenc kirîye: “Grammis” di 2006 de, (bi înglîzî; Rock bear …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Hozan Canê

Hozan Canê stranbêjeke kurd e. Canê di sala 1969an de li bajarê Erzerom navçeya Qereyazîyê hatiye dinê. Dibistana serete jî, li heman navcê xelaskiriye. Ew dibistana navendî li bajarê Edenê qedand. Piştî hîngê jiyana wê ya muzîkê destpêkir. Di dibistana ASM û Arîf Sağ de, bi alîkariya mamoste Ferqîn Şiyar û Kazim Bora, sê salan dersa deng û …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Nasir Rezazî

Nasir Rezazî (bi soranî: ناسر ڕەزازی‎) yek ji mezintirîn û navdartirîn stranbêj û helbestvanên kurde ku bi giş zaravayên kurdî stranan xwendîye. 21 Hezîranê, 1955 li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineê ji dayik bû. Navî bavê wî Salih e. Gava ku li Îranê Komara Îslamî serket Nasir Rezazî çuye nav parta Komele ê û weka pêşmerge yek xebata xwe …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Merziye Ferîqî

Merziye Ferîqî (herwiha Marziya Farîqî) (* 1958 li Merîwan, rojhilatê Kurdistanê – † 2005 li Swêdê) stranbêjeke navdar a kurd bû. Hevjîna stranbêjê navdar Nasir Rezazî ye. Jiyan Malbata wê ji xelkê Sineyê bû. Di temenciwaniya xwe de bala xwe berdide muzîkê û gelek hezdike. Guhdariya Radyoya Bexdayê ya wê demê dike ku ji wir gelek stran û awazên Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan û Gulbiharê fêr dibe. Dibe mamoste û li …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !