Jiyana Hozan Canê

Hozan Canê stranbêjeke kurd e.

Canê di sala 1969an de li bajarê Erzerom navçeya Qereyazîyê hatiye dinê. Dibistana serete jî, li heman navcê xelaskiriye. Ew dibistana navendî li bajarê Edenê qedand.

Piştî hîngê jiyana wê ya muzîkê destpêkir. Di dibistana ASM û Arîf Sağ de, bi alîkariya mamoste Ferqîn Şiyar û Kazim Bora, sê salan dersa deng û stranbêjiyê wergirt. Ji bo kaseta xwe ya yekem, di studyo ASM de xebitî. Mereq û heskirina muzîkê di dilê wê de, hê ji piçûkatiyê ve destpêkiribû. Hozan Canê di wan deman de guhdariya Radyoya Erîvanê dikir.

Kêfa wê pir ji stranên Meryem Xan, Eyşe Şan û Şakiro re dihat. Ew bi hunermendên mezin re yên weke Eyşe Şan û Şakiro’ra dixebitî. Daxwaza wê ew bû ku bibê hunermendeke mezin wek Meryem Xan. Mîna wê stranên Kurdî bêje û rêya wan hunermendan bişopîne.

Piştî xebata sê mehan li studyo ASM ê, li ser navê “Rê Waye, lê lê Dayê” bi rêya Fîrma Ataman kaseta wê ya yekemîn derket. Li dûv viya, kaseta “Hozanê Kurdî” derket. Di bin zor û zehmetên li Tirkiyê, ligel van xebatên kasetan wê, konsert jî çêdikirin. Ji ber van xebatan, polêsên Tirk her tim Hozan Canê dawetê qereqolan dikir, êşkence û zehmetî didan wê. Herwiha, di konsereke xwe hatî girtin û birîndarkirin. Ji bo ku derfetên xebata hunerî nemabû, mejbûr mam derket derveyî welêt.

Xebata wê ya muzîkê li Almanya, di bin banê Akademiya Çand û Hunera Kurdî de domkir. Piştî çend salan, bi rêya Kom Muzîkê, kaseteke bi navê “Esqa Welat” derxist. Kaseta wê ya pençemîn di studyo D&D Sound Production GbR de, bi navê “Wezîrê Min” derket. Di 23.06.2018 ji aliyê hêzin rejîma Tirik ve hat girtin û heya vê kêlîkê jî di zindanê deye.

Berhem

  • Rê Waye, lê lê Dayê
  • Hozanê Kurdî
  • Eşqa Welat
  • Wezîrê Min

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !