Taleban hunermend Andarabî kuşt

Li gorî agahiyan çekdarên Talebanê avêtin ser mala Favad Andarabî ya li bajarê Andarabî dima, ew ji mala wî derxistin û kuştin.

Hat ragihandin ku Talebanê hunermendê muzîka gelerî Favad Andarabî li eyaleta Baglanê ya bakurê rojhilatê Afganîstanê kuştiye. Li gorî agahiyan çekdarên Talebanê avêtine ser mala Favad Andarabî ya li bajarê Andarabî, ew ji mala wî derxistin û kuştin. 

Wezîrê Karên Hundirîn yê berê yê Afganistanê Mesûd Andarabî piştrast kir ku hunermend hatiye kuştin. Wezîrê berê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir, “Zilma Talebanê li bajarê Andarab berdewam dike. 

Wan bi hovîtî stranbêjê gelêrî Favad Andarabi kuştine, ku tenê şahî dida gelî û rûniştevanên wê derê. Geliyê me yê bedew, welatê bav û kalên me, tu carî dê serî li ber zilma Talebanê natewîne, “.

 Berê li parêzgeha Baglanê di navbera Talebanê û hêzên berxwedanê de şerê çekdarî hebû. 

Wezîrê Parastinê yê berê Bismillah Khan Mihemed çend roj berê ragihandibû ku hêzên berxwedanê 3 herêman ji destê Talebanê rizgar kirine û gelek çekdar kuştine û birîndarkirin. Lêbelê du roj şûn de, Talebanê ragihand ku wan kontrola parêzgehê bi dest xistiye.

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !