Digel serdestiya rêxistinê Talebanê re rêveberiya rêxistinê ji bo hemû xebatkar û rayedarên hukûmetê Efûyeke Giştî derxist.
Taleban di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bila xelkê Efxanistanê netirsin terka mal, milk û karxaneyên xwe nekin jiyana xwe ya asayî bidomînin.
Tê zanîn ku piştî desthilatdariya Talebanê bi sed hezarên Efxanistanî ji ber metirsiya rejîma nû û kirinên wê ketibûn rêyên koçber û zor û zehmet.
Taleban ji bo kesên mihacir jî bang kir ku bila vegerin welatê xwe da ku efûyeke giştî hatiye derxistin.
Bernamegeh