Talîban

Talîban ya jî Feqîyên Îslamê

İkram Oguz

Erdnîgarîya Efxanîstanê erdnîgarîyeke asê yê û ji çîyayên bilind û gelîyên kûr pêk tê.

Bi erdnîgarîya xwe va welatek rût û tazî, di warê olî û etnîkî da jî Efxanîstan welatek pirrengî ye.

Li Efxanîstanê 49 ziman û ji 200î zêdetir jî devok tên axaftin.

Ji wan zimanan Paşto û Darî zimanên fermî…

Uzbekî, Tirkmenî, Belûcî, Paşayî û Nuristanî jî wek zimanên neteweyî yên herêmî û bi fermî tên qebûl kirin û nas kirin.

Pirranîya nifûsên Efxanîstanê jî Peştûn ya jî Paşto ne, ku rêje ya wan kêm zêde % 42 ye.

Piştî Paştoyan koma herî mezin bi rêjeya % 27an ji Tacîkan pêk tê.

Komên din jî Hazara % 9, Ozbek % 9, Aymak % 4, Tirkmen % 3, Belûcî % 2 û Yên din jî % 4 in.

Ji niştecîhên wê % 99 Misilman, ji wan jî % 85 Sunî, % 15 jî Şîa ne.

Ji bilî Misilmanan, hêjmara wan kêm be jî Xristîyan, Budîst, Parsî, Sih û Hîndû jî li Efxanîstanê dijîn.

Talîban jî ji Paştoyan pêk tê û wateya wê jî Feqîyên Îslamê ye.

Di zimanê Paşto da Talîban, ji ew kesên ku di medreseyan da dixwînin û di warê olî da perwerde dibin ra, dibêjin.

Jixwe hîmê Talîban jî di sala 1994an da ji alî Mele Mihemed Emer va li medreseyeka li bajarê Qandaharê hatîye avêtin.

Talîban di nav du salan da xurt û bihêz dibe.

Di sala 1996an da hukumeta ku di bin dagirkerîya Sovyetê da hatibû damezrandin, têk dibe. Emîreta Îslamî ya Efxanîstanê îlan dike û heta sala 2001an wek desthilatdar, bi rêya şerîatê Efxanîstanê îdare dike.

Di nav wan pênc salan da rû û rûçikên Efxanîstanê ji binî va tê guhartin.

Ji bo jinan her malek zindan, şev û rojên wan jî di wan zîndanan da derbas dibe.

Jinên ku serê xwe ji wan zîndanan derdixistin, li kûçe û kolanan, bi qemçûr û dar û keviran va dihatin kuştin, ku ji wê kuştinê ra jî bi Erebî “recmkirin” tê gotin.

Bi darê zorê rîh bi xort û mêrên dilpak didan berdan û ew dişibandin xwe.

Ji bilî endam û alîgirên Talîban, Efxanîstan ji bo herkesî bibû zîndaneka servekirî.

Talîban bixwe jî bibû piştgirê Şervanên Îslamîst û bi rêya wan dinya tehdit dikir.

Piştî êrişa 11ê Îlonê, Amerîka di sala 2001ê da bi hêzek mezin Efxanîstan dagir kir û dawî li desthilatdarîya Talîban anî.

Amerîkayê bi alîkarîya dewletên rojavayî, ji bo damezrandina arteş û desthilatdarîyek sekûler kar û xebat kir.

Mixabin çawa ku Yekitîya Sovyetê, nikarîbû bi darê zorê sosyalîzma xwe li Efxanîstanê bi cîh bike, artêş û rêvebirîya ku Amerîkayê ava kir, li dijberî Talîban berxwe nedan û revîyan.

Amerîka û hevalbendên wî jî piştî bist salan şûnda vekişîyan û rêvebirîya Efxanîstanê bi destê xwe radestî Talîban kirin.

Loma ev çend roj e, rêvebir û şervanên Talîban bi rû û rûçikên xwe yên qilêr û jixwe bawer, derdikevin pêşberî çapemnîyê û serkeftina xwe ya bê şer û pevçûn li dinyayê îlan dikin.

Bi mîlyonan Efxan ji bo ku xwe ji zilma Talîban xilas bikin, xwe davêjin ber bext û balafirên Amerîkîyan.

Talîbanji nêzîk va bang li wan dike û dibêje; “Netirsin û nerevin…”

Heta ji bo jinan mizgînîyekî jî dide û dibêje; “Jin êdî bi tena sere xwe jî dikarin derkevin kûçe û kolanan, ger ku sergirtî û çavgirtî bin…”

Kesên mîna Erdogan, ku xwe wek hevalbendê Talîban dibinin, vê yekê wek guhartinek mezin dinirxînin û dibêjin, “peyam û dîmenên ku Talîban nîşan dide, ne xirab in…”

Ger ku ji bo wan xirabî, serjêkirin be, rast e, Talîban hê serê kesî jênekirî ye.

Xirabî, li kûçe û kolanan recmkirina jinan be, rast e, Talîban hê jinek bi recmkirinê nekûştîye.

Jiber ku hê lingê Talîban cîh negirtîye.

Loma mizgînîya îlankirina şerîatê bide jî, vê gavê nîyeta xwe vedişêre û rasterast eşkere nake.

Lêbelê rû û rûçikên wan, liv û tevgera wan ji niha da nîyeta wan dide der.

Jiber ku, rû û rûçikên mirov, neynika dil û nîşaneya hestê mirov e.

Mirovê rûken, dilpak…

Mirovê bi mirûz jî çavnebar û kindar e.

Dema ku mirov li şikl û şemalê rêvêbir û alîgirên Talîban dinêrê, wek gotina pêşîyan, mirov di rû û rûçikên wan da misqala meymenetê nabine.

Jiber ku:

Rûreş û qilêr…

Sergilover û lingpêxas in…

Navê wan Feqîyê Îslamê be jî, bi mirûzên xwe pirranîya Misilmanan jî ditirsînin û xewna wan direvînin…

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !