ümit tunç

“Xapxapok Delalok Ca were Min bihere malê”

Ümit Tunç

Di dîrokê de mirovan gelek wate dane çivîkan û li ser wan çîrok, destan, mîtolojî yên cûrbecûr derxistine. Cûk hinek ciyê de bûne Simûrg, hinek ciyê de bûne Huma anjî Zumrudu Anka. Me Kurda jî wek milletên din hîn wate dane çivîkan. Ji wan yek jî Çîroka Xapxapok de derdikeve pêşiya me. 

Wexta em piçûk bûn, li Serhedê, me jî hev re Çîroka Xapxapokê digot. Di çîrokê de Xapxapok çivîkek e. Peyvika “Xapxapok” jî, ji “Xapandin”ê tê. Li gor çîrokê çûkek heye ku her dem zarokan dixapîne û hingî zarok xapandiye jî jê re Xapxapok tê gotin. Ji ber ku mirov dikare mînakên vê çîrokê di nav wêjeya klasîk a dinyayê de bibîne ev çîrok gelek girînge. Anha ji ber ku di nav re gelek wext derbas bûye û ez li herêma Serhedê dûr im, û li der û dora min kesekî vê çîrokê dizane tinne ez nikarim orjînala çîrokê li vir binivîsim. Lê ji ber ku derbarê çîrokê de tiştên girîng li bîra min de he ye hewce nake em çîrokê hemû binivîsin. 

Kurtasî ya çîrokê wiha ye:

Di dewrên berê de, li nav çîya û newalên mezin de çivîkek hebûye. Ev çivîk bi rengê xwe, pûrta xwe û awaza xwe gelek bedew bûye. Wexta mirov ew didît bala mirova gelek bi bedewî û xweşikiya wê kişandiye. 

Ev çivîk ne wek çivîkên din bûye û wexta mirov nêzîkê wê bûne dîtine kî ji mirova nareve heya ku mirov nêzîkî wê dibe. Lê wexta ku mirov gelek nêzîkê wê dibe, hinek dimîne ew ê ji xwe re dest bixe difire û çend gavê jî dûr diçe û dîsa disekine bi dengekî xweş bang dike. Her wiha wek bi efsûnî be mirov li pey wê diçe. Lê vê çivîkê çi wextê yek wiha biketa li pey wê, ew hildida dibir li ser çîyakî de diavît. Ji ber vê mirova navê wê lêkirî bû Xapxapok. 

Rojekî di herêmê, li malekî du hew zarok li malê xwe derdikevin derve, li der û dorên malan dileyîzin. Gelek dileyîzin û çawa dibe nizanin ji mala xwe dûr dikevin. Di nav daran, çil û çiyan de rêya xwe winda dikin. Dikin nakin nikarin rêya ku hatine bibînin û vegerin mala xwe. Wexta rêya malê digerin rastî Xapxapokê tên. Xapxapok bang dike dibêje wan ez ê rê ya malê nîşanê we bidim, we bibim malê. Zarok dikevin pey Xapxapokê, ew ê bigrin lê her ku nêzîk dibin wê bigrin Xapxapok her car difire û dîsa diçe çend gav dûrê wan disekine, bi awaza xwe ya efsûnî bang dike. Bi awayekî wiha Xapxapok zarokan dixapîne, tîne li ser zinarekî mezin. Li ser zinar zarok wek her car nêzîkê Xapxapokê dibin da ku ew ê bigrin lê Xapxapok carekî de difire û zarokan li ser valahiya zinar de diavêje. 

Li gor vê çîrokê wexta zarok li malên xwe dûr dikevin, li çolê winda dibin Xapxapok carekî de derdikeve pêşiya wan û bang dike. Li zarokan zû bi zû nareve û bi bangeke xweş bala zarokan dikişîne. Ew dem zarokên rêya mala xwe winda kirine gazî Xapxapok ê dikin dibêjin, 

“Xapxapok 

Delalok 

Ca were 

Min bihere malê”

Dibe ku ev çîrok jî aliyê mezina ji bo ku zarok bitirsin û ji malên xwe dûr nekevin hatibe gotin lê ez ji bo çavkaniya wê tiştekî nizanim. Wexta piçûktî, piştî van çîrokan em li dûr ê malan digerîyan hîn caran me hew dizanibû çend çivîkên me didît dişibîne Xapxapokan. Ji ber ku zû bi zû ji mirova ne direvin û wexta mirov nêzîkê wan dibûn difirin, hinek wê de diçûn dîsa disekinîn. Her wiha me zaroka tirsa, xwe ji wan çivîka ji dûr jî dixist da ku me nebin li ser çîyan de nevêjin. 


Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !