Xêr…
Hiso mirovekî şivan bû. Pismamê wî miribû, Jina pismamê wî jinebî mabû.Hisoyê me yê şivan piştî pênci saliya xwe bû zilamekî olperest (sofi).Ji ber vê yekê jî,dizanîbû ku di misilmantiyê de ku Jinek bi ciwanî bimîne ,guneh e û zilamekî ku jineke bî re bizewice pir xêr e û li cim Xwedê pirr biqîmet e.
Hiso diçe cem meleyê gund:
-Seyda ez dixwazim xêrekê bikim.
-Bêje ezbenî,ka xêra tu dixwazî bikî çi ye?
-Fata bûka me ev deh sal in bî ye.Ez dixwazim nikê bavêjim ser wê ,li xwe mahr bikim.
-Xêra te ev e Hiso?
-Erê wele seyda.Ma ne baş e?
Mele dibêje:
-Erê wele baş e.Tereso,ma xêr bi doxîna min û te ve ye?