DILBIRÎN DILO
Xwedayê şerabê ye, temsîlîyeta serxweşîyê tenê nedikir, di heman demê de faydeyên wê yên civakî jî dikir.
Li gor mîtolojîya Yewnanîyan kurê mezinê xwedayan Zeûs û Selemeya mirdûw e. Zeûs bi Herayê re zewicandî ye lê aşiqê Selemeyê jî dibe.
Hera xwe dike delqê jinek yextîyar û diçe cem Selemeyê û jê re dibêje ku bila daxwaza dîtina temmamê hêza Zeûs bike. Seleme vê yekê ji Zeûs dixwaze, Zeûs jî temmamê qeweta xwe der dixe holê ev derketina vê hêzê Selemeyê dişewtîne. Seleme ducanîya heft mehîn e, kodek ji ber diçe. Zeûs wî kodekî di qorika/kulîmeka xwe de vedişêre. Paşê Dîonysos ji kulîmeka Zeusî diwelide.
Lê Hera dû wî ber nade û tim dixwaze zirarê bide Dîonysos. Hera ruşwetê dide Kûratalarê ji bo bi hinceta kêf û şahîyê pêllstokan pêlîstoksn bide Dîonysosî. Kûratalar neynikek ku hunerane hatiye çêkirin Dîonysos dikişîne nava gezan. Tîtan goştê Dîonysosî riste riste dikin û di sîtilek mezin de dikelînin.
Pîra Dîonysosî Rhea bi alîkarîya Athenayê perçeyên goştê wî bi hev ve dike û Dîonysos ji nû ve divejîne. Bi vî hawî Dîonysos cara dudutan diwelide. Navê Dîonysos jî ji vir digire.
Hera dev ji Dîonysos bernade.
Piştî weldîna Dîonysosî ya duduyan pîra wî ji bo wî ji şerê Herayê biparêze cilên qîzan lê dike. Lê dîsa nikare jê biparêze. Di dawiyê de Zeûs Dîonysosî dike bizin û dişîne çiyayê Nysayê. Dîonysos li vir şerabê îcad dike û li temamê dinyayê digere. Diçe ku şerabê jî bi xwe re dibe wir.
Di vê pêvajoya xwe ya rêwîtî de pir zehmetan jî dikşîne. Li gor efsaneyê di rê de korsan wî dîl digirin. Dema destê wî girê didin jixwe ber destên wî vedibin ev yek bala kaptan dikşîne, fêm dike Doînysos ne mirov e xweda ye, li gel kaptan ji hevalên xwe re dibêje jî kes jê bawer nake. Dîonysos dibe şêr û fermandar dikuje, murttebat jî ji tirsa xwe davêjin avê dema difhêjin avê dibin delfîn. Û mehşêl bi ser keştiyê ve digire.
Dîonysos duşexsîyet bû, milek wî yê kêfê û kêfxweşî hebû milek jî yê ezab bû. Bi hawayek tev li hev bû yanê rismê civakê bû.
Şano jî bi saya serê Dîonysos derdikeve. Dema mehseran de însanan ji bo Dînysos bi bîr bînin rojên cejnan diyar kiribûn, di van rojan de ji strandina stranan ewil mirovek derdiket pêşberî gel û distrî di dû re bûn du kes di dû sê û zêde bû ev hejmar û bû bingeha şanoyê.
BERNAMEGEH