Piştî bîst û sê salan ji koçberbûnê, nave navdarê kurd Yilmaz GUNEYÎ hîn li ser zimanan e, û stêra wî di asimanê Kurdistanê û Cîhanê de hîn şewqa xwe dide rêya nifşên ayîndeyî. Di vê gotara kurt de min xwezt Yilmaz Guneyî bînime bîra xwendevanên hêja , çimkî koçberbûna wî dikeve vê meha Îlonê berî 23 salan .Yilmaz ji dayika xwe bû di yekemîn roj de ji meha Nîsanê , sala 1937 z . di malbateke xizan de , li Bakurê Kurdistanê , devera Edenê , gundê Yenicê , û bavê wî yê ku karkerekî çandinîyê bû , ji eşîra Zazan a ku li devera Mûşê cih digire . Malbata wî ji Mûşê hatibû bidûrxistin piştî şerê desaleta Turkiyê li dijî kurdan , di dema seroketiya Mustefa Kemalê Ataturk de.
Piştî ku temenê wî bû 16 sal , Yilmazî dest bi naskirina rewşa milletê xwe kir, û hêdî – hêdî têgihêjtina wî ya polîtîkî bilindtir bû , dema ku dest bi nivîsandinê û xwendina giştî kir û bala xwe kişande Sînemayê.
Piştî sala nozdemîn ji temenê wî , Yilmazî navê xwe kir « Guneyî » li şûna «Boton » , û ev navê nû yê ku bi zimanê kurdî bi wateya belengazî dihe, nîşana jiyana wî ya xerab û bêşahî bû. Sala 1960 î , xwendina zankoyê bi dawî kir û bekeloryosa zanyariya aborî û polîtikî hilgirt , paşê jî lîse ji kulîja mafan hilgirt .
Girtin û zindan bûne beşekî di jiyana Guneyî de ji sala 1961ê de , û wî nivîsandina xwe berdewamkir di hundirê girtîgeh û zindanan de .. di wan salan de bû ciwanê yekemîn di perdeya sînemaya turk de , ji ber piraniya wênegirtin û leyiztikvaniya wî di fîlmên sînemayî de . Û di sala 1965 ê de dev ji sînemaya bazirganî berda , û berê xwe da sînemaya ciddî.
Sala 1968 ê , dest bi derhênana sînemayî kir , û di sala 1970 de jî hate girtin û çar salan di zindanê de ma , û bi neamadebûna wî bihtirî sed sal zindan jê re hate pejirandin ji dadgehê de . Û di sala 1981 ê de ji zindana « Sparta » yê reviya û derkete derveyî Turkiyê . Û li Parîsê ( paytexta Fransayê ) karekî giring kir , ew jî damezrandina instutiya kurdî. Di gel çend hevalên din.
Di sala 1983 de , deselata Fransayê daxwaza Turkiyê erênekir, û bi vî rengî Yulmaz li Fransayê ma û nehate spartin bo deselata Turkiyê. Koçberbûna wî ya dawîn di nehê meha Êlûnê Sebtemberê sala 1984 ê de bû , li nexweşxaneyeke Parîsê , û hate binaxkirin di goristana ( Gewreyan – Mezinan ) de , çimkî hukûmeta Franşî lê niherî wek lehengekî şoreşa Cîhanê û wek xebatkarekî ji bo azadîyê û li dijî sitemê.
Guneyî lehengê bihtirî şêst filmî bû di navbêna salên 1959 – 1973 , û beşdarbû di nivîsandina sînaryo û derhênanê û leyiztikvaniyê di bihtirî pênce filmî de .. û wî 18 xelatên cîhanî hilgirtin di leyiztikavaniyê û derhênanê û sînaryoyê de. Bi mirina Yilmaz Guneyî gelê Kurd , û gelên Cîhanê bi tevayî , mirovekî mezin û xebatkarekî dilsoz biderdan. Loma navê wî kete lîsteya nemiran , û cihê wî bû ferehtirîn buhişt.
Welatê Me.