Alfabeya Şemo-Marogûlov

Alfabeya Şemo-Marogûlov

Alfabeya Şemo-Marogûlov yekemîn alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî ye û ji aliyê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov hatiye amadekirin.

Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov (bi koka xwe Aşûrî) dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kirin û di sala 1928’an de karê xwe bi dawî anîn. Wan di sala 1929’an de yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê Xө-xө hinbuna xөndьna nvisara kyrmançi [1] (“Xwe-xwe hînbûna xwendina nivîsara kurmancî”) çap kirin.[2]

Alfabeya Şemo-Marogûlov
Alfabeya kurdî ya nû ya sala 1928’an
Alfabeya kurdî (1928) · Alfabeya kurdî ya îroyîn (2011)
1 A a A a
2 B b B b
3 C c Ç ç
4 Є є? Ç ç = Ç’ ç’
5 Ç ç C c
6 D d D d
7 E e Ê ê
8 Ə ə E e
9 F f F f
10 G g G g
11 Ƣ ƣ X x = Ẍ ẍ
12 H h H h
13 I i Î î
14 Ь ь I i
15 J j Y y
16 K k K k
17 Ķ ķ? K k = K’ k’
18 Q q Q q
19 L l L l
20 M m M m
21 N n N n
22 O o O o
23 Ɵ ɵ U u
24 W w W w
25 P p P p
26 Ҏ ҏ P p = P’ p’
27 R r R r
28 S s S s
29 Ş ş Ş ş
30 T t T t
31 Ҭ ţ T t = T’ t’
32 U u Û û
33 У y U u
34 V v V v
35 X x X x
36 Z z Z z
37 Ƶ ƶ J j
38 Ħ ħ H h = Ḧ ḧ
39 ə´ ‘, ‘e

Çavkanî

  1.  Marogulov u Ə. Ş. (1929). Xө-xө hinbuna xөndьna nvisara kyrmançi, Nəşre dəwləţe Şewre Ərmənistane, Revan.
  2.  Têmûrê Xelîl: Elfabeya pêşin, romana pêşin û romannivîsê pêşin

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !