Hasbeg KOKSAL
Di nav bûyerên xwezayî da, bûyera herî ling lez û bez, lîstîkvan, henekbaz û hêrsdar a biserê xwe û azad, ba ye. Li hember cansivikîya bayê, bêguman, hemû bûyerên xwezayî yên din matmayî dimînin!
Car caran, di cihê xwe da disekine û dihêje. Car caran jî, bi hêdika gulî û pelên daran, serîyên gil û gîyan, rûyên derya û golan mist dike û bi dengekê nizm lorîna xwe di guhên wan da dibêje. Tu dibêjî qey di hêlenekê da zarokê berşîr dihêjîne.
Carna jî livîna xwe xurt dike û berê xwe dide gaz û kuran û tûm û çîyan. Bilez û bez hildikişe sertaran, li lûtkeyan xwe badide û digere. Li gorî dilê xwe, xwe berdide kendal û newalan, mêrg û deştan û çi bi ber dikeve pê mil digire û dihejîne. Dibe ba û bahoz, dibe gilêle û babelîsk li dor xwe dizivire. Bi toz û xubar, bi qirş û qal, bi berf û baran, kurt û kurtasî di cih û çarmedorên xwe da çi heye dike nav gergerîneka xwe, mîna histûnê hildide jor û rahewa dixine. Nayê famkirin, bê ka hêrs bûye yan jî di hezîyê da ye..! Pê şa dibe yan jî lê dide..!
Hin caran di dev û lêvan da fîtikek; li ber derî û paceyan, li ser xanî û sivîngan, li dor baxir û şikeftan tê û dere. Tu dibêjî qey li benda tiştekîye. Wekî derdoran seh dike, li tiştekî digere û tiştekî disêwirîne. Dîsa li dû kîjan lîstik û henekbazîyê ye!?
Ew kîjan firindeye ku bi ber bayê lîstika bayê neketîye û pê ra kar nekiriye? Di hêşinîya asîman da baskên xwe nedaye ber bayê û hêza xwe bi bayê re nepîvaye? Mîna siyarekî li pişta bayê siyar nebîye û pê ra nelîstîye !?
Ba,hespê balindeyan e. Ba, wek dest û lingên mij û moran, ewr û tovan e. Ba dilevîn e. Di evînîya xwe da hênikî û germî, sarî û seqemîyê dihewîne. Ew ciwankalê aqilmend, dizane ku bê wî demsal nabe û jîyan şên nabe. Ax, riwek, ajal û sewal li bendewarê wî ne. Hesûdî çi ye, çavreşî çi ye nizane.
Di kelekela nîvroyên havînê da, bersivê dide banga ” heyder heyder, ba ba û kilo kiloo” û xwe digîhîne hewara daskêş, palevan û xebatkaran. Bi vî hawî rehma xwe, hênik û hênik nîşanê wan dide.
Ba, di heman demê da bi qasî aramî û dayîna xwe del û dîne jî. Ti çarî nayê diltengîyê. Ew rih azad e. Ji zend û bend kirinê qet heznake. Loma jî, li kûçe û kolanên bajaran bêdil û bêzar digere. Li ku derê darek, pelek an jî kaxiz û poşêtek dibîne, bîstekî pê dilîyze û pê hedûra xwe tîne. Xwe li dîwarên avahîyên rêz bi rêzdixîne, di quncikên bînayan da nîv fetisî difilite qadan. Bi awayekî şaşwaz û bisebr, li rêyên xilasbûnê yên ji vê tengasîyê digere. Lê çi bike jî dilê xwe têr nake. ji bo vê jî, hin caran bi hêrs dînîtiya xwe nîşan dide. Her tişt li hevdiqelibîne, ser û bin dike û berê xwe dide çol û çolteran.
Dem, kîjan dem dibe bila bibe, bend, kîjan bend dibe bila bibe; ba, tim wek şoreşgerekî ji bo serbestîya xwe çalakvan e. Di her werzê da afirênêr e…
Bêguman, bi bayê lîstikvan, henekbaz û lingbez, bi bayê aramker û hêrsdar; dinya biwerz û bitehm e…
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com