Erdheja Gimgimê 1946

Erdheja Gimgimê 1946, yek ji erdhejên li Kurdistanê bûne ye. Di 31’ê gulanê 1946, di katjimêr 05:15’ê de rûdaye. Navenda erdhejê navçeya parêzgeha Mûşê Gimgim û gundên wê bûye.

Hêza wê 6,0 richter bûye. Wê demê alavên pîvana hêza erdhejê li herêmê nebûne, ev agahî ji statîstîkên fermî yên Romê (Tirkiye) ne.

Bi qasî 17 çirke berdewamkiriye, 839 kesan jiyana xwe jidest dane, 343 jî birîndar bûne. 1986 avahî bi giştî, li dora 2.000 xanî jî qismen xirab bûne.

Gundên Sofiyan, Qerqerût, Leyleg, Stûkuran, Kovik, navenda Gimgimê ziyana herî mezin dîtine. Ji ber ku berbangê bûye, pirranî zarokên di xewê de ne jiyana xwe ji dest dane.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !